'Li Dêrikê hêzeke dagirker heye'

Demîrel diyar kir ku ev 4 roj in ew bi xwe dibîne êrîşeke mezin li hemberî gel tê kirin û got, "Weke parlamenter, em jî hedef girtin. Tevî ku dizanin em parlamenter in jî bombeyên gazê li me barandin. Ev yek provaya komkujiyê ye."

Demîrel got, "Li Dêrikê hêzeke dagirker heye" û ji bo bûyerên 9 rojên dawî got, "Li holê Dêrikeke hatiye dagirkirin heye."

Demîrel bang li hêzên çekdar ên dewleta Tirk kir û got, "Ev yek şerekî navxweyî ye, darbe ye. Eger bombe li gel tê barandin, top tê barandin, îşkence li mirovan tê kirin, mirov nikarin li hundirê malên xwe jî bijîn, ev yek dagirkerî û darbe ye. Li şûna ku daxwazên gel bibînin, şer sor dikin. Bang li AKP û dewletê dikim; hêzên xwe yên dagirker vekişînin û li daxwazên gel guhdarî bikin." 


 MÊRDÎN