Parêzerê Ocalan, Îbrahîm Bilmez da zanîn ku wan rapora xwe ya li ser tecrîdkirina Ocalan ku dewama bêbextiyê ye, daye CPT´yê û bêdengiya sazî û siyasetvanên Ewrûpî jî weke şermê bi nav kir.

 Bilmez got, ev helwêsta sazî û siyasetvanên Ewrûpî tenê bi israra miletê Kurd a têkoşîna li dijî sîstema tecrîdî dikare bê guhertin û bang li Kurdistaniyan hemûyan kir da ku beşdarî pêvajoyê bibin.

BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG

Ji destpêka Bêbextiya Navneteweyî ya 15´ê Sibatê ya 1999´an û vir ve li Îmaraliyê li dijî Abdullah Ocalan siyaseta tecrîdkirinê dewam dike. Ji ber ku ji 2011´an ve destûra nedidan Ocalan parêzerên xwe bibîne, Mijdara 2018´an bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û di encama vê berxwedanê de Ocalan 5 caran parêzerên xwe dîtibûn. Hevdîtina Ocalan a herî dawî Tebaxa 2019´an bû û ji hingê ve siyaseta tecrîdkirinê girankirî dewam dike. Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ê ji 2003´yan ve parêzeriya Ocalan dike, rapora elaqedarî tecrîdkirina Rêber Apo a buroya xwe, da CPTʼyê (Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê). Piştî hevdîtina ji bo dana vê raporê, em bi Îbrahîm Bîlmez re peyivîn. Wî got, rewşa herî xirab sîstema tecrîdê niha lê ye. Wî wekî din got, tecrîd dewama Bêbextiya Navneteweyî ya 15´ê Sibata 1999´an e û ji ber wê jî ya rast ew e ku weke sîstem bê binavkirin.

Bilmez bi bîr xist ku heta sala 2011´an çi çê û çi xirab carinan mehê carekê carinan du mehan carekê Rêber Apo bi parêzeran re û bi malbatê re karî rûne, dikarî wan bibîne, lê ji hingê ve dewleta Tirk hevdîtinên parêzeran bi Ocalan re bi temamî asteng kirine. Îbrahîm Bilmez li ser meselê wekî din got, “Hingê tifaqa AKP û FETO hebû. Operasyonîn kadroyên FETO´yê parêzeran hatin girtin. Hevdîtinên bi parêzeran û malbatê re bi temamî qut bûbûn.“

Bîlmez got, piştre di encama berxwedana girtiyên siyasî, “pêvajoya diyalogê” dest pê kiriye, lê ev pêvajo ji bo hin hesabên din hatiye hebakirin. Bilmez got, tecrîda mutleq heta bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dewam kiriye û bi vê çalakiya mezin re, tecrîd ketiye rojeva dinyayê jî. Hingê bi parêzeran 5 hevdîtin pêk hatin, lê halê hazir ji Tebaxa 2019´an ve tecrîda mutleq li dijî Ocalan dewam dike.

Êdî dewlet bersivê jî nade

Îbrahîm Bîlmez got, dewletê berê hincetên derew jî be digotin, lê ji Tebaxa 2019´an ve ew hîç bersivê nade miracaetên wan ên ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re: “Bi ser halan de, dewlet êdî bersivekê jî nade me. Dewletê heta bi 2016´an her carê fermî derewek ji me re digot. Yan keştî xirabe bû, yan hewa ne xweş bû. Piştî darbe û darbeya li dijî wê jî Rewşa Awarte ragihandin. Heta Gulana 2019ʼan ji bo bersivê bidin miracaetên me biryareke li ser hebûna Rewşa Awarte ji me re bi faksê dişandin. Ev biryara Dadgeriya 1ʼê ya Înfazê ya Bursayê bû û digot, hevdîtinên malbat û parêzeran li Hepsa Îmraliyê ji ber Rewşa Awarte xebero ji ewlekariyê re nabin. Ji ber vê jî wê pêk neyên.”

Îbrahîm Bilmez got, li ser îtîraza wan ber bi dawiya Greva Birçîbûnê ve ev biryar hatiye rakirin û wiha dewam kir: “Bi betalkirina biryarê re qaşo ti astengiya hiqûqî li ber hevdîtinê nema. Lê piştî hevdîtina 5´an a dawiyê, bi ti awayî bersiv nedan miracaetên me. Yanî beramberê miracaetên me ew ne dereweke fermî dikin, ne jî li holê biryareke dadgehê heye.”

Ji bo astengkirina hevdîtinan çerxa dîsîplînê

Parêzer Îbrahîm Bilmez got, ji bo astengkirina hevdîtinên bi malbatê re jî dewletê çerxa dîsîplînê xistiye dewrê û her serê sê mehan carekê cezayê dîsîplînê li Ocalan tê birrîn û ev yek di çarçoveya sîstema tecrîdê de nirxand.

Parêzer Îbrahîm Bilmez got, wan derbarê tecrîda şidandî ya van sê mehên dawî de raporek hazir kiriye û ev rapor jî 31´ê Çileyê 2020´an tevî Seçkîn Guneşer a ji Înîsîyatîfa Azadî ji Ocalan re daye CPTʼyê. Bîlmez got, hingê wan hevdîtineke saetekê dewamkirî jî bi rayedarên CPT´yê re kiriye. Wî got, ew nikarin agahiyên di hevdîtinê de hemûyan parve bikin, lê CPT´yê ji wan re gotiye, ew mijarê dişopîne. CPT´yê her wiha gotiye, li ser mijarê peywendiya wan bi hikûmeta Tirk re jî heye.    

CPT´yê wekî din gotiye, wan li ser serdana xwe ya Gulana 2019ʼan a Îmraliyê raporeke amade kiriye û ev rapor Cotmeha 2019ʼan daye hikûmet Tirk û li benda bersiva hikûmeta Tirk in. CPT’yê wekî din gotiye, ji ber mewzûatê ew nikarin naveroka raporê bêy destûra dewleta Tirk eşkere bikin.

Îbrahîm Bîlmez li ser girîngî û dewra saziyên Ewrûpî jî got, “Di serî de Konseya Ewrûpa, Komîteya wê ya Wezîran ku çerxên biryardayînê ne, saziyên Ewrûpî muhim in. Ka ev çawa li Tirkiyeyê dinihêrin jî muhim e. Cihê şermê ye ku malbat, heval û bihezaran mirov, siysetvan bikevin greva birçîbûnê ji bo bicihanîna mafê herî xwezayî yê mirovan bi cih bê, zextê li van saziyan bikin. Ev şerm hem ya siyasetvan, biryarderên Ewrûpî ye, hem jî ya saziyên wan ên weke PE, KE, DMMEʼyê ye jî.”

Parêzerê Ocalan, Îbrahîm Bilici got, têkoşîna li dijî tecrîdê çi qasî hiqûqî be, ewqasî jî siyasî ye, ji ber wê jî miletê Kurd bi helwêsta xwe ya biryardar zextê li ser van siyasetvan û saziyan çêke, û karibe rewşê biguherîne. Wî xwest milet topyekûn beşdarî vê pêvajoyê bibe.