
Li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li bajarê Toronto yê Kanadayê û li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Toronto yê Kanadayê li hev civiyan, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin.
Meş ji ber Finch&Kell dest pê kir, ku Komeleya Kurdan lê ye û heta navenda bajêr dewam kir. Piştî meşa 6 saetan, li ser navê girseya gel daxuyaniyek hat xwendin.
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, di salvegera 18. de li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hat şermezarkirin.
Girseya gel li Martîn Placeyê li hev civiya û belavokên li ser komployê belav kir. Li vê qadê, bi zimanên Îngilîzî û Kurdî daxuyanî hat dayîn û li ser komployê agahî hat dayîn. Piştî axaftinan, li ser navê Komîteya Amadekar daxuyaniyek hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê nivîskarê Green Left Weekly Peter Boyle ve hat xwedin û piştre dirûşmên ji bo azadiya Ocalan hatin qîrîn.
TORONTO / SÎDNEY