”Wekî armanceke serekî û heyatî min ji mêj ve daniye ber xwe ku beriya mirina xwe ez karibim hemû berhemên William Shakespeare wergerînime Kurdiya Kurmancî.”

 ”Mesele ew e ku bila neyê jibîrkirin em di rêya berhemhênana klasîkên cîhanê re, bi ber‘eksî, bi vê zanyariya hêja dihesin û rêyeke terûteze datînine ber xwe di hunera zimanê xwe de.”Kawa Nemir ku operaya "Tosca" ya bestekarê îtalî Giacomo Puccini, wergerand Kurdî, diyar kir ku Kurdî, ne ku bi tenê opera, lê xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye. Nemir wekî din got, "Toscaya Puccini, berhema diyarê Îtalyayê, û kilama navdar a welatê Kurdistanê, Saliho û Nûrê, ji layê babeta xwe ve pirr dişibine yek û din."

Ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Zemo Aggoz bi şair û wergêr Kawa Nemir re li ser operaya Tosca û derfetên ji bo formên nû yên ji bo Kurdî peyivî. Kawa Nemir ku piştî "Hamleta" William Shakespare, vê carê jî operaya "Tosca" ya bestekearê îtalî Giacomo Puccini wergerand Kurdî û li şanoyê anî. Celîl Toksoz ev werger li şanoyê anî û derhênerê lîstikê ye. Tosca, ji hêla Theater Rast ve hat pêşkeşkirin û di 25'ê Cotmeh de jî li Şanoya Bajêr a Amsterdamê jî promiyera wê hat kirin.

Li ser biryara wergerandin û li şano û operasyê anîna vê metnê Kawa Nemir dibêje, "Bi boneya wan berhemhênanên mezin ez bibêjim, ên heta roja îro me bi hev re kirî û min beşeke zor ji barê wan kişandî, Hamlet (ya ku mîladek e bo şanoya zimanê Kurdî) û Xewna Şeveke Havînê yên William Shakespeare, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û vê axiriyê jî Toscaya Giacomo Puccini, ev hemû hindek ji wan xeyalên min bûn di warê şanoyê de, her wisa jî xeyalên hevalên min ên ehlê şanoyê. Sermeselê, Hamlet xeyala devîdevî sî salan bû ji bo derhêner Celîl Toksoz, her wisa ji bo min jî. Biryara wergerandin, adaptekirin û berhemhênana Toscaya Puccini jî her bi wî rengî qewimî. Ji mêj ve bû hizra me ew bû em operayekê yan jî berhemhênaneke hevterîbî wê çêkin û wisa jî qewimî."

Du hefte werger

Ji bo wergera metnê Kawa Nemir dibêje, "Kurt û Kurmancî, min metna Toscayê ji îngilîzî û bi şêweyekî berawirdî li gel metna wê ya resen a bi îtalî, di nava du hefteyan de wergerande Kurmanciyê. Lê ez bi qasî mehekê li ser adaptasyona wê xebitîm, paşê, heta roja premiyerê jî hin karên biçûk ên revîzekirinê dewam kirin."

Ji sêwirandin û, performansa aktor û aktîrîstan nerazî be jî Kawa Nemir piştrast e ku performans wê bi ceribandinên bêhtir bi pêş ve biçe: "Ez her yekê ji wan mîna gav û pêngaveke fireh ranayî dibînim, berev berhemhênanên ‘ezametir, berev şanoyeke gewretir û saztir û kamiltir ve.

Werger û adaptesyona Toscayê ji bo min wateyeke xwe ya bi vî awayî heye û, li nik vê yekê, rastiyeke qewî ye ku ji bo min ciyê şanaziyê ye wekî di vê qonaxa dîroka Kurdan de hindek ji van xebatên gewre bi para min dikevin, tevî xêr û gunehên wan ve, yên ku di paşwextiyê de dê ‘eyan û beyan bibin, ez berpirs im ji başbûn û nebaşbûna wan. Sererayî van têbîniyan hemûyan, lîbrettoyên berhemeke wek Toscayê êdî tevî milkê zêrîn ê kurdiya me bûn û yên ku dil bikin di dahatûyê de berhemhênaneke berfirehtir û bilindtir û ‘bêtir opera’ bi awaz û durist bikin, fermo, metna wê ya resen bi kurdî êdî di keşkola me de ye."

Saliho û Nûrê li ber guhê wî bû

Li ser biserhevdeçûna Tosca û Salihê û Nûrê jî ew dibêje, "Bi vê nezerê ve, Toscaya Puccini, berhema diyarê Îtalyayê, û kilama navdar a welatê Kurdistanê, Saliho û Nûrê, ji layê babeta xwe ve pir dişibine yek û din. Demên ku me amadekariyên xwe bo Toscayê dikirin, Saliho û Nûrê her lehze li ber guhên min û di bîra min de bû. “

Kawa Nemir di dewamê de dibêje, "Puccini çîrokeke xurt û diltezîn wergirtiye û di daxilê formeke gelekî resen de berhemeke berfireh afirandiye, bi navê xwe Tosca. Lê Saliho û Nûrêya me Kurdan di dil û naverasta tevnepîrka dêrîn a dengbêjî û kilambêjiya Kurdiyê de asê maye. Ev ders û moçikeke giring e ku gotî em ji Toscaya bi Kurdî veçinin û hilçinin. Çima ku forma dengbêjiyê û kilambêjiyê, bi îmkan û delîvên xwe yên di xwe de veşartî ve, ‘ezametir û dêrîntir e ji forma operayê. Mesele ew e ku bila neyê jibîrkirin em di rêya berhemhênana klasîkên cîhanê re, bi ber‘eksî, bi vê zanyariya hêja dihesin û rêyeke terûteze datînine ber xwe di hunera zimanê xwe de."

Premiyerwê li Amedê be

Ji bo ka Tosca wê rêwîtiyeke çawa bide ber xwe, Kawa Nemir dibêje, "Hê ji sêrî ve hatibû kifşkirin ku em premiyera cîhanê ya Toscayê li Amsterdamê li dar bixin, wisa jî çêbû, gelekî xweş jî çêbû, û ji bo premiyera Kurdistanê jî em ê bêne Ameda paytext. Lê heta wê çaxê, dibe ku li hin welatên Ewrûpayê, bo nimûne, li Elmanyayê û li Brîtanyayê, tûr û meydanekê bike."

Ji bo projeyên sibe, dusibe li ber xwe jî şair û wergêr Kawa Nemir dibêje, "Wekî armanceke serekî û heyatî min ji mêj ve daniye ber xwe ku beriya mirina xwe ez karibim hemû berhemên William Shakespeare wergerînime Kurdiya Kurmancî. Bi vî hesabî, ez gelekî dixwazim sala bê Şah Leara Shakespeare bi produksiyoneke mezin bê ser sehneyê. Min dest pê kiriye, ez şanonameya Kela Dimdimê dinivîsim ji bo Şanoya Bajêr a Amedê. Sala bê, Kela Dimdim wê bê ser sehneyê. Lê, axirî ez bi hemû kesan bidime zanîn ku van rojan li Kurdistanê Xewna Şeveke Havînê ya Shakespeare li ser sehneyê ye. Min bi xwe hê jî lê temaşe nekiribe jî, ez dibêjim divê bînerên Kurd Shakespeare û Şanoya Bajêr a Amedê tenê nehêlin."

 

NAVENDANÛÇEYAN