
Dawiya salên 50´emîn sedsaliya borî nifşeke nû hate nav wêjeya Kurdên Yekîtiya Sovyêt, ku ji wê nifşe re li hev hat wêjeya Kurdên wê deverê ji kêm û kurtiyên salên 30-40´emîn rizgar bike, xwe ji bandor, tesîra wêjeyên Ermeniyan û Rûsa azad bike û wêjeya Kurdên Sovyêt ber bi wêjeya Kurdiyê giştî bibe.
Şikoyê Hesen nûnerekî wê nifşê bû.
Şikoyê Hesen çawa şaîr hatibû dinê; bi dilê vekirî, bi sitqê qenc, bi wîjdana paqij. Lê diniya dor wî bi qelpî û derewan ve tijî bû, li diniya dor wî her tişt dihat kirîn û firotan; heta dayîna xwedê jî.
Şikoyê Hesen ne mirovê vê cihanê, vê dewranê bû, wî ber dijwariyên jiyanê, ber qelpî û derewan tap nekir û sala 1975´an dawî li jiyana xwe anî.
Ew şaîrê Kurda yê duyemîn bû, piştî Ehmed Nalbend, ku bi destê xwe dawî li jîyana xwe anî.
Êzdiya Şikoyê Hesen pir reng û pir deng e, lê Şikoyê Hesen berî gişkî dengbêjê têkoşîna gelê Kurd bû, wî bi bawerî û hêviyeke mezin li bizava gelê Kurd e rizgarîxwez dinihêrî.
Abas bira, were îro tas, fîncana em havxin,
Eşqa kurd û Kurdistanê, carekê jî em vexwin,
Bira fîncan bikin şingîn, dengê şûra bînin bîr,
Dengê şûrê şêx Sihîdê, efat Barzan, Êzdanşêr.
Di van rêzan de hêzeke epîkî heye, qey bêjî dengbêjekî ji paşila gel derketî, ku bûyer gişk ber çavên xwe dîtine, ev epîk nitirandiye. Ji vê helbestê bîna “Dim-Dim” ê tê.
‘Şinge-şinga şûr, mertalan, qûrtînîya mêrê mêrxas’ di van rêzan de tê bihîsin.
Lê şaîr zane, wekî şerê ji bo azadîyê ne tenê mêrxasî ye, ew şer bi xwe re kuştin, wêrankirinê jî tîne. Û dilê şaîrî nazik ji bo Kurdistanê dişewite, şaîr dinale, şaîr dikewgire:
“Şer e, şer e, lelê can,
Dişewite Kurdistan...
Ji nav mija barûtê
Dengê şîn û girî tê...”
Lê tenê axîn û nalîn nîn in di helbestên Şikoyê Hesen de. Ew wisa jî gaziyên serhildanê û berxwedanê ne.
“Rabin, rabin, birano!..
Rabin bi şûr, bi mertal,
Rabin, rabin birano,
Şêr efatê mala Zal.”
“Lêxin lêxin birano!
Lêxin bi top û tiving!
Lêxin lêxin birano!
Hûn in îro şêr, piling!”
Ev rêz sala 1967´an hatine nivîsandin.
Giringiya zimanê Kurdî tîne ziman
Şikoyê Hesen evîndar û parêstvanê zimanê Kurdî bû.
Bal me, ew jî salên 60´emîn, pirsgirêka zimanê Kurdî tune bû. Kurdên Ermenistanê û Gurcistanê gişkan jî zimanê xwe zanibûn û bi zimanê xwe diaxivîn. Hê agaha me ji tofana Bakura Kurdistanê û metropolên Tirkiyê tunebû. Me nizanibû zimanê Kurdî bi mîlyonan Kurdan bi destê zorê dane ji bîra kirin û zimanê wan, yê yekemîn bûye Tirkî. Me nizanibû, wekî dayika Kurd nikare zaroka xwe bi Kurdî bilûrîne, ser hizkiriyê xwe bi Kurdî bilûbîne. Lê Şikoyê Hesen bi hesîneke ji me ve ne diyar ew derd texmîn dikir. Û şaîr di gelek şiîrên xwe de giringiya zimanê Kurdî tîne ziman.
Ew sala 1964´an di şiîreke xwe de wiha dinivîse:
“Ji min pirsîn: “çi hez dikî
Li vê dinîya kaw, nazikî?”
Min go: “Zarê meyî kurdî,
Ku miletê pirtî-pirtî
Dicivîne û dike yek.
Çiqas bibe ceng, tarîstan,
Ew e şemsê kurd, Kurdistan…
Herkê vêse şemsê nedîr,
Bira pêşîyê bidim texdîr…”
Belê, ji bo şaîr nizanîbûn, windakirina zimanê Kurdî ji mirinê jî xirabtir e.
Şaîrê sala 1967´an şiîra “Zimanê kurdî” binivîse, ku tê de ev rêz hene:
Beyta Feqî ye,
Sewta Xanî ye
Zimanê kurdî…
Şûrê Barzan e,
Nûra erşane
Zimanê kurdî…
Mertala me ye,
Dest pêşmêrgeye,
Zimanê kurdî…
Zelal û kûr. Ji vê zêdetir tê çi bêjî!
Divêt her Kurdek van gotina têke guhar û bike guhên xwe.
Şikoyê Hesen, ku ji dinê dilmayî çû, di dilê wî de gelek derd û kul hebûn, pir caran melûltiya xwe, derd û kulên xwe bi rengên payîzê dipêçan.
Du rengên payîzê hene. Yek ji wan melûl û betreng e; zozan bêxwedî dimînin, belgên daran diweşin, roj kurt û şev dirêj dibin, dest bi mij û dûmanê, sur û sermê dibe. Lê rengekî payîzêyî mayîn jî heye; rez û fêkî digihîjin, dar bi belgên reng-rengî xwe dixemilînin û dest bi şayên Kurdan dibin. Dengê dihol, zurnê, dengê stranên Kurdî çiya û baniya, deşt û arana tijî dikin.
Û payîza Şikoyê Hesen melûl e. Di payîza Şikoyê Hesen de reşbînî heye, qey bêjî payîz ji bo wî îmkan e ku rê dide derd û kulên di hindurê wî de pengav girtî, bidine der.
“Te vir dîtine şevê payîzê,
Ku qetran, reş in wek tenîya dîzê,
Ku mij-dûmana qerisîye keder
Qepeçe dike bajarê neder...”
Yan jî:
“Keçel bûn mêşê por-gulî kurîşk,
Û şev bûne sal, roj bûne bawîşk...
Û wer û zozan man xalî, melûl,
Wir ba bi kund va nivatin zelûl.
Rextê sîng dara rijîyane erdê,
Belgê zer gerîyan wek zarrê bê dê...”
Dîsan:
“Hespê xwe sîyar bûn ba-bahozê dîn,
Şilî-şilope hatin gef û kîn...”
Şikoyê Hesen hosteyê peyvê bû, ji wî re li hev dihat dîmenên poêtîke rengîn bisêwirîne:
“Ez hatime xwar ji çîyayê sergijik,
Ku por vediçirin bi şeyê tevê,
Ku refê ewra notilî qijik
Ser wan çerx didin tim nava hewê.”
Şikoyê Hesen wek dengbêjekî ji paşila gelê Kurd derketî, derd û kulên gelê xwe dianî ziman û gotinên wî digihîştine cîh, gotinên wî di dilê gel de cîh digirtin. Şiîrên wî ser zarê evîndarên wêjeya Kurdî bûn, di ahengan de ew şiîr dihatin xwendin, hinek ji wan bûne stran jî.
Şikoyê Hesen di dîroka wêjeya Kurdî de cîhê xwe yê hêja heye.