Berdevka fermî ya pêngava Bagera Cizîrê, Lîlwa El-Ebdullah got, mayinên çeteyan li herêma Hecîn danîne û bikaranîna sivîlan wek mertalên zindî, hişt ku pêngava wan giran bi pêş ve biçe.
Lîlwa Ebdullah diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê di bahoza tozê de êrişî şervanên QSD´ê dikin û hemû êrişên wan ji aliyê şervanan ve hatine şikandin û hejmareke mezin ji êrişkarên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê destnîşan kir ku pêngava QSD'ê ji sê aliyan ve bi hemû hêza xwe didome û wiha axivî: "Li aliyê Baxoza Jorîn di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ'ê şerekî giran rû dide û şervan bi pêş ve diçin. Li aliyê Hecînê jî şerekî giran derket û şervanan li dijî çeteyan çalakî kirin û çeteyan derbên giran xwarin.”
Her wiha Lîlwa diyar kir ku balafirên Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî gelek baregehên DAIŞ'ê yên li bajarokê Hecîn hilweşandin.
Çeteyan êrişî sivîlên li kampê kir
Lîlwa behsa rewşa şer di bahoza tozê de kir ku li herêmê rû daye kir û got, "Çeteyên DAIŞ'ê di bahoza tozê de xwest ji rewşê sûdê wergirin û êrişî kampa koçberên Hecîn (Îwa) ya li nêzî bajarokê El-Behra kir. Çeteyan di êrişa xwe de sivîl kirin armanc û şervanan jî karibû çeteyan ji kampê dûr bixin û di encamê de şer qewimî û bi dehan çete hatin kuştin û komeke şervanên QSD'ê jî şehîd bûn."
Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El- Abdulah got, çeteyên DAIŞ'ê komek sivîl ji kampê revandine û ber bi hundirê bajarokê Hecînê ve birine da ku ji xwe re wek mertalên zindî bi kar bînin û bipêşveçûna şervanan asteng bikin.
Lîlwa El-Ebdullah got, şervanên QSD'ê bi lehengî pêngava xwe didomînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji bo ziyan bi welatiyên sivîl nebe, hêzên me bi baldarî di pêngava xwe de bi pêş ve diçin."
ANHA/DÊRA ZORÊ