Piştî ku mijara operasyona devreyî sînor ji alî rayedarên tirk ve hate rojevê trafîqa çûn û hatina vî welatî zêde bû bi taybetî jî hevdîtina bi rayedarên Herêma Kurdistanê, Îran û Iraqê re destpê kir. ev pêşbirka di navbera rayedarên Iraq û Kurdistanê de jî nîşaneya nakokiyên di navbera herdu aliyan de ne, Tirkiyeyê jî dixwaze wan nakokiyan bikar bîne û ji herdu aliyan jî sûdê bigire.
Wiha xuyaye ku rayedarên Tirkiyeyê dixwazin ku kurdên başûr jî ne tenê bi gotinê lê di pratîkê de bikin şirîkê xwe û ew j îli dijî PKK bikevin nava şerê çekdarî de.
 Hemû hewildanên hikûmeta tirk bi wî alî de ne ku dîsa kurdan tevli van operasyonên xwe bikin lê tevî ku gelek daxuyaniyên ku bûyera Çelê û kuştina leşkerên tirk şermezar dike jî lê bawer nakim ku êdî kurd werin xapandin û tevli şerekî li dijî kurdan bibin.
Piştî Alîkarê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Ekber Salihî ji bo hin hevdîtinan hate Tirkiyeyê. Hate diyarkirin ku wê Salihî ligel Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtolgû, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokomar Abdullah Gul hevdîtin pêk bîne.
Piştî çalakiya gerîlayan a li Çelê hatinûçûna Enqereyê zêde bû. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Ekber Salihî hate Enqereyê. Salihî li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê peya bû û daxuyaniyekê da. Salihî der barê çalakiya Çelê de got; “Em êşa Tirkiyeyê parve dikin” û wiha domand; “Ez hatime sersaxiya gel û dewleta Îranê ji gel û dewleta Tirk re rabigihînim. Em terorê şermezar dikin.
Salih destnîşan kir ku têkiliyên dîrokî yên di navbera Tirkiye û Îranê de hene û wiha peyîvî; “Têkiliyên me yên ligel Tirkiyeyê pir xurt in. Em dixwazin xurtir bikin.
Salihî got; “Min niyeta baş û daxwaza sersaxiyê ya ji gelê Tirk û Serokomar Gul, Serokwezîr Erdogan re aniye. Ez hatime vana rabigihînim.”
Salihî der barê meseleya PJAK’ê de got ku welatên Ewrûpayê ne ji dil in û got; “YE ya ku PKK’ê dixe nava lîsta terorîstan, divê dest ji cote standartiyê berde û PJAK’ê têxe vê lîsteyê.”
Hate diyarkirin ku wê Salihî piştî daxuyaniyê hevdîtin ligel Davûtolgû pêk bîne.
 Salihî, di hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu de jî anî ziman ku wan tu carî Serokê Kongeya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan negirtiye û ger ku girtibana dê radestî Tirkiyeyê kiribûna.

Beriya çend rojan jî çavkaniyên taybet ji Serokatiya Civata Wezîrên İraqê ji Ajansa Nûçeyan a Şet El-Ereb re gotine: “Di nava çend rojên borî de Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî bi awayek veşartî li gel serkirdeyên ewlekariyê yên Tirkiyê civiyaye. Malikî derbarê topbaran û encamdana operasyona derveyî sînor ya di nava xaka Herêma Kurdistanê ji bo kêmkirina çalakiyên PKKê pejirandina Hikûmeta İraqê nîşan daye.”

ENQERE