
Li Destê komkujî
Li aliyê din rojnamger Xeyrî Kiziler ku bi Kurdên Êzdî re li Çiyayê Şengalê dimîne rewşa gundên ku DAIŞ’ê dagir kirine û trajediya mirovahiyê ya Çiyayê Şengalê ji ANF’ê re vegot. Kiziler da zanîn ku gundiyên negihiştine Çiyayê Şengalê hatine qetilkirin û jinên ciwan hatine revandin û Êzîdiyên dîl hatine girtin jî birine zindana Bandiş ya di navbera Telafer û Misûlê. Kiziler wiha got: “Me agahî girt ku welatiyên ku ji gundê deştê dihatin di rê de hatine qetilkirin. Jinên ciwan ji nav hilbijartine û birine. Gundiyên Êzîdî berhevkirine û misilmaniyê li wan ferz dikin. Hinek qebûl kiriye, pê nimêj dane kirin û piştre qetilkirine. Yên dîl girtine jî davêjin zindanan. Her wiha hinek gundiyên negihiştine çiyê jî li quntarên çiyê ketine çeperan û şer dikin.
Rojnameger Kiziler balkişand ser trajediya ku ev 4 roje li Çiyayê Şengalê tê jiyîn û got: “ Ev du roje hikûmeta Federal ji hewa ve alîkariya xurekê dide, lê ji ber ku hejmar zêde ye têr nake û pêşî li mirinan nayê girtin. Tenê nan davêjin. Bi hezaran kes li virin. Nan têr nake. Zarok û bebek hene, pêwistî bi şîr heye, divê demildest bigihêje wan. Hêzên YPG’ê li aliyekî hewl didin pirsgirêkên xwarin û vexwarinê çareser bikin li aliyê din jî li dijî çeteyan şer dikin.”
ANF/ŞENGAL
Çalakiyên ji bo Şengalê
Kurdên li Elmanyayê dijên ên ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser piyan e. Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk (NAV-DEM) Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn û dostên wan, ji bo şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê û xwedîderketina li gelê Şengalê, ev hefteyeke çalakiyan lidar dixin. Cih û dema çalakiyan bi vî rengî ye:
* Berlîn: Saet 17:00, li Brandburgtor
* Giessen: Saet 18.00, li Berlineplatz
* Saarbrucken: Saet 18.00, li Europagalerie
* Freiburg: Saet 18.00, li Kartoffelplatz
Her wiha wê di 8'ê Tebaxê roja Înê de jî li Magdaburgê li ber Stasyona Navendî saet di 16'an, di 9'ê Tebaxê roja Şemiyê li Hamburgê li ber HBF saet di 15'an, li Bielefeldê li Jahnplatzê saet di 14'an de wê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.
ANF/BERLÎN