Keça Êzidî Nadiya Murad Basî Taha ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, li ber Konseya Ewlekaiyê ya NY´yê serhatiya xwe ya trajîk got. Nadiya lêdan xwariye, zext li ser hatiye kirin û rojane destdirêjî lê hatiye kirin.
Li gorî dîmenekî ku Sky Newsê weşandiye, çeteyên DAIŞ’ê jinên Êzidî wekî diyarî didan hev, vê keçê zêdetirî carekê hewl daye ku bireve, lê her çeteyan ew nas dikir û ew digirtin.
Nadiya got, çeteyên DAIŞ’ê ew û hin jinên din tevî zarokên wan ji dibistanekê dibirin dibistaneke din, di rê de hertim heqaret li jinan dikirin.
Nadiya got, wê rojane, lêdan, heqaret û destdirêjî dîtiye, çeteyan ew neçar hiştiye ku cilên girtî li xwe bike. Nadya çend caran hewl da ku xwe ji destê çeteyan xelas bike, lê hertim dihate girtin û careke din ew dixistin girtîgehan û lê didan.
Nadiya got: “Min hewl da ez birevim, lê kesên ez girtim, cil ji min kirin. Min ji komeke din re şandin, carê heryekî ji wan destdirêjî li min dikir heta ku ez ji hişê xwe çûm. Piştî 3 mehan min xwe xelas kir.”
Nadiyaya ku beriya bê revandin 6 birayên wê ji aliyê DAIŞ´ê ve hatê kuştin û trajediyeke mezin bi serê wê de hatiye got: “Divê dawî li DAIŞ’ê were”.
NEW YORK