14’ê Tîrmehê, 29’emîn salvegera roja cengaweriya destanî ya 4 lehengên Kurd de, du tiştên giring û dîrokî çêbûn. Yek îlankirina Xweseriya Demokratîk, du, di encama operasyonên hêzên artêşa dagirker a tirk, ku di encamê de 13 leşkerên tirk hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn. 
Di rojên salvegerên dîrokî de, tilmiska me rojnamevanên di navenda nûçeyan de kar dikin derdikeve. Ji aliyekî ve nûçeyên wek şelîpanê li pey hev di lîsteya ajansên nûçeyan de derdikevin, ji aliyê din ve daxuyaniyên, rêxistin, sazî û dezgehên Kurdan. Pêwist e navenda nûçeyan, di çar demên rojê de, nûçeyan teva ragihîne guhdarên xwe.
Helbet di her nûçeya me de, bêhna hiş û ramanê kesê ku nûçe amade dike tê. Bi çend gotinên di nava hevokan de belavbûyî de be jî, nixandinên me hene. Navenda nûçeyên radyo, nûçeyên xwe Kurdî çêdike. Çend sal in ku me û wergera ji zimanê tirkî terka hev daye. Me telaqê zimanê tirkî û hişmendiya tirkî dayê...
Di roja dîrokî de, li Amedê biryareke dîrokî hate dayin.
Piştî civîna KCD’ê, Xweseriya Demokratîk hate îlankirin.
Demeke dirêj e ku gelê Kurd, têgihiştiye û zane ku faşîzma tirkîtiyê, bi dijwarî berdewam dike. Lê gelê tirk bi faşîzma ku li dijî Kurdan û li dijî gelên din dike pratîkê fêm nekiriye û rayedarên tirk jî ev rastî qebûl nekirine.
Balkêş e, piştî bultena êvarî, di nava westandineke pelixî de, min xwe gihande mal û pê re pê re, her du bûyerên dîrokî di kanalên televizyonên Tirkiye û Kurdistanê de weke flaş hatin dayin. Ji aliyekî ve rayedarên desthilatdariya AKPartî, mekanîzma zorê bikaranîn û gotinên berî 30 salî, ku Evren, Suleyman Demîrel, Bulent Ecevît, Mesut Yilmaz, Tansu Çîller bi kar dianîn dubare kirin. Ji aliyê din ve, stratejisyen û aqilmendên wan jî, di kanalên televizyonan de, bîrdozên navdar “ciwanên tevli nava sefên gerîla dibin, di roja pêşî de poşman dibin, rêvebirên PKK’ê, wan dikine rekiha polayî, newerin birevin.” Ev faşîzma ku çekê derewan li gorî xwe rengîn dikê, neqş dike û difiroşê komên xelkê ye. 30 sal in ku heman tişt têne dubarekirin.
Min li ber televizyonê got, “Kurd beranberî faşîzmeke gelekî tevlihev û ew qasî jî bi talûke ne.” Min tiştekî din jî got, “aqûbeta Receb Tayyip Erdogan wê ji ya Tansu Çîller bi gelekî xerabtir û kambaxtir be.”
Faşîzm, tenê ji darbeyên leşkerî dernakevin. Li Tirkiyeyê jî, AKPartî ne bi darbeyeke leşkerî, lê wek nûnerê sermayeya kesk a mezin û bekçîtiya sermayeya global derkete holê. Bekçî, bi Kurdî “gizîr” e, bê çek nikarin parêzvaniyê bikin. Îro, AKPartî ji bo berjewendiyên mezin yên sermayeya kesk û sermayeya global, baskê zorê bi kar tîne. Sermaye û serdestiya sermayê jî, li ser bingeha “ya teva, ya hîç” tê avakirin. Serokê AKPartî û serokwezîr Tayyip Erdogan jî, dibêje “ya hemû yan jî hîç”.
Ji bo vê jî şantaj, dek û dolab, skandalên hiqûqî û darbeyên siyasî jî mubah dibîne. Tayyip Erdogan dema dikevê tengasiyê, nerm dibe, helbestan dixwîne û wek qibleya qencî û dilsoziyê derdikeve holê. Dema ku, serketin bidestxist û serê werîs kire destên xwe, zira wî tê û şiringa faşîzan zerkî nava rayê laşê xelkê dike.
Berî hilbijartina 12’ê Hezîranê şantaja kasetan bikaranî, di pêvajoya hilbijartina 12’ê Hezîranê de skandala hiqûqî û derbeya siyasî bi kar anî. Îro, di dema ku heyeta AKPartî û heyeta BDP’ê, ligel serokê parlamenê Cemîl Çîçek hevdîtina çareseriya krîza siyasî nîqaş dikirin de; xespkara parlamenteriya Hatîp Dicle Oya Eronat, wek nûnerê Komisyona Mafên Mirovan hate bijartin.
Hîtler jî, di Komara Weîmer de wek qirdik, şemo, yanî zirtekekî bû. Lê piştre, di nava vê komarê de, wek pêşengê kuştinê, şantajan û zordest derkete pêş. Di encamê de, Hîtler hate ser desthilatdariyê û encama wê jî diyar e.
Eger faşîzm; şerê navbera baskên dewletê be, dubendiya navbera çînan û gelan be, AKPartî vî karî dike. 8 sal in, ji bilî kûrkirina şerê navbera gelê Kurd û gelê tirk tiştekî din ne kiriye. Haaa, bextreşên Kurd jî xapandine û bi pereyan, bi kursiyan, bi xelatgîriyê li dora xwe dane hev.
Helbet ne ev bi tenê ye faşîzm; Komên xelkê ji nirx û pîroziyan wan qut dike, li dora xwe kom dike û wek dîtin û hişmendiyeke cîhanî derdikevê pêş. AKPartî jî, komên xelkê ji nirx û pîroziyên wan dûr dike, olê bi kar tîne, kartên kesk û şîn bi kar tîne, meqerna û torbeyên xwarinê bi kar tîne û wek mizgefta xêrûxêratan, bi dezgehên pîşeyî, komeleyên bextreşî, komên xelkê li dora xwe kom dike û kampên li dijî hev şer dikin ava dike. AKPartî, ne tenê li Tirkiyeyê, li çar aliyên cîhanê emperyalîzma kulturî daye destpêkirin. Başûrê Kurdistanê bêhtir ji her qada cîhanê bûye meydana pîkola hespê faşîzma AKPartî.
Di rewşeke wiha de, riya herî baş û aqilane, îlankirina Xweseriya Demokratîk e. Her çiqasî, pêwist bû îlan kirina Xweseriya demokratîk bi dahol û jirne, bi mîhrîcanên şahiyê were pîrozkirin, lê bûyera Farqînê, tozikek mijûmoranî avête ser. Piştre jî heye.
Trenda 30 salî, di eniya dewletê û desthilatdariyên Tirkiyeyê de, giha faşîzma di bin pêşengiya Erdogan de û li gorî berjewendiyên kapîtalîzmê hereket dike. Lewma piştgiriyê dibîne. Ji ber vê çendê jî, siyaseta Erdogan ya înkar û tesfiyekirinê, di raya giştî ya cîhanê de nayê dîtin. Lê Erdogan jî, wê mîna Mesut Yilmaz, weke Tansu Çîller bikevê xefka kapîtalîzmê, hingî Kurd jî wê nikaribin wî xelas bikin.