Li Forûm a Aboriyê ya Cîhanê ya li paytexta Swîsre Davosê Serokê DYE’yê Donald Trump li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih civiya.

Li gorî Koşka Spî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Trump 10 deqeyan dewam kir. Di hevdîtinê de Trump qala peywendiyên baş ên di navbera Kurd û Emerîka de kiriye.

Di hevdîtinê de Trump got; “Me û Kurdan bi hev re DAIŞ şikand û bi hezaran dîlên DAIŞ’ê hene.”

Piştre Trump li gel Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih civiya. Di hevdîtinê de Trump got; “Li gel Iraqê me di warê leşkerî de gelek kar bi hev re kir.”

Berhem Salih jî li ser rewşa herêmê û leşkerên Emerîka yên li Iraqê girîng axivî; rola wan a di şerê DAIŞ’ê de weke girîng destnîşan kir û got: “Min heman nêrîn heye ku pêwîste Iraq xakek serbixwe û aram be. Li gel Emerîka berjewendiyên me yên hevbeş hene. Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, aramî û serweriya xaka Iraqê karê li pêşiya me ye.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN