Hêzên Çekdarî ya Tirk (TSK) der barê nûçeyên operasyona dersînor pêk hatiye daxuyanî da û nûçayên operasyona li Herêma Federal a Kurdistanê derewand. TSK’ê diyar kir ku operasyona bejayî li nêzî sînor pêk tê.
TSK’ê der barê nûçeyên li ser operasyonê tên dayin de di malpera xwe de daxuyanî da. TSK’ê anî ziman ku çapemeniyê daxuyaniya wan a duh şaş şirove kirine û hemû operasyonên ku pek hatine bi tevanî di nava sînorê Tirkiyeyê de pêk hatine. TSK’ê da zanîn ku giraniya operasyonên hewayî û bejayî li derdorê sinorê Çelê pêk tên û li çend nokteyên nêzîk dên Herêma Federal a Kurdistanê operasyon pêk hatine.
Piştî ku li Çelê 24 leşker hatin kuştin bi daxuyaniyên Tayyîp Erdogan û TSK’ê di çapemeniyê de hate gotin ku li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê operasyona bejayî hatiye destpêkirin. Manşetên Rojnameyan ên wekî „Şikeftên PKK’iyan têne bombekirin“ „Qomando li Iraqê ne û terorîst dorpêç kirin“ bi daxuyaniya Serfermandariya Giştî ya „operasyon li hundirê welat tê kirin“ hate derewandin.
Di rojnameyên duh de nûçeyên der berê mijarê de derketin. Rojnameya Hurriyetê manşeta „paqijiya mezin“, rojnameya Sabahê bi manşeta „em bi 10 hezar leşkeran li Iraqê ne“ derket. Rojnameya Haber Turk bi manşeta „Kujer di dopêçê de ne“, rojnameya Mîlliyetê jî îdia kir ku kamp hatine dorpêçkirin û manşeta „Kamp hatin dorpêçkirin“ derket. Rojnameya Zamanê jî manşeta „Li dijî Bakurê Iraqê operasyona taybet“ avêt. Yenî Şafakê jî manşeta „operasyonê dest pê kirn, dê encam bê girtin“ avêt.

Rojnameyan ev manşet avêtin lê Serfermandariya Giştî ya Tirk jî îro daxuyaniyek da û got ku operasyon zêdetir li nava axa Tirkiyeyê tê kirin. Bi vê daxuyaniyê hemû manşetên rojnameyên pûç bûn careke din sekna çapemeniyê ya di warê pîvanên rojnamegeriyê de raxist ber çavan.

ENQERE