Xebatkarên jin ên Şirketa Belavkariyê ya Firatê, ku rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê li Amedê belav dikin, li gel hemû zor û zehmetiyên xwezayê û astengiyên polîs û civakê bi biryarek xurt û hezkirinek mezin bê westan û rawestan û bêyî li nexweşiyan guhdar bikin hewl didin ku rojnameyan di saeta wê de bigihînin destê xwendevanên xwe. Xebatkarên jin, armanc dikin ku li dijî şerê medyaya tirk a li hemberî gelê Kurd, bi rojnameyên azadiya Welat û Ozgur Gundemê rastiyê bigihînin xwendevanên xwe û wan rast agahdar bikin. Belavkarên jin, bêyî ku aciz bibin û bixebitin, ji bo xwendevanên xwe ji rastiyê mahrûm nekin û bibin deng û çavê wan her sibe saet di 06.00’an de berê xwe didin ser karê xwe û piştî ku rojnameyên xwe ji saziyê werdigirin berê xwe didin kuçe û kolanan û rojnameyê bi germ û şilbûna hubra wê digihînin destê xwendevanên xwe.
Jinan bal kişand ser şert û mercên belavkariyê û anîn ziman ku li gel pirsgirêkên civakî pirsgirêkên fîzîkî jî hene, lê ji ber ku ew vî karî bi dildarî dikin, ev pirsgirêk ji wan re nabe asteng. Li Amedê her jinek rojê herî kêm 150 rojname û herî jî 250 rojnameyan belav dikin.
Biryarek mezin
Xebatkara bi navê Zeynep Topdemîr a 20 salî karê rojnameyê yê îlanê dike, ji bo di aliyê fînansmayê de rojnameyê li ser piyan bihêle li abone, esnaf û saziyan digere û îlanan kom dike. Topdemîr, diyarkir ku di xebatê de gelek caran rastî gefan tê û wiha got: “Dema Hin caran ez ji bo îlanê diçim cem esnafan ji ber ku ez jinim rastî bertekan têm. Hin esnaf ji ber ku ez jin im îlanan nadin min.” Topdemîr, diyar kir ku di destpêkê de rastî astengiyên rayedarên dewletê û malbatê hat û li gel hemû zext û zordariyan dest ji kar û xebatên xwe berneda.
Hêvî û moral
Xebatkara bi navê Emîne Kulat a 37 salî jî ani ziman ku ew aboneyan ji bo rojnameyê çêdike û karê belavakariyê dike. Kulat, da zanîn ku ew 7 salin karê belavkariyê dike û her serê sibê seat di 7.00’de dest bi belavkariya rojnameyê dike. Kulat, daxuyand ku ew di gelek qadan de xebata belavkariya rojnameyan kiriye û wiha got: “Xebata belavkariya rojnameyan gelek zehmete. Em derî bi derî digerin. Li aliyekî em rastî gelek bertek, zext û gefan tên. Eleqeyek gelek mezin nîşanî me didin. Pir baş li me xwedî derdikevin.
Xebatkara Azadiya Welat û Gundemê Semra Turan jî li taxa Yenîşehir’ê belavkariya rojnamê dike. Turan, li gel ciwantiya xwe dîsa bê rawestan û westan, her roj derdikeve belavkariyê û ji bo xwendevanên xwe bê agahiya rast nehêle bi lez û bez karê xwe dike. Turan, destnîşan kir ku di serî di gelek xwendevanên wê û beşên civakê li hemberî belavkarên jin xwedî pêşdaraz bûn û karê belavkariyê ji bo jinê şerm û kêmasî didîtin. Turan, da zanîn ku wê li gel her pêşdarazê û bertekên zilaman rojname bir her derê û heta bir kahwe, aşxane, berber û gelek dezgehên din.
DÎHA/AMED