Li bajarê Koln û Dortmundê yên Elmanyayê di çarçoveya pêngava ‘Ji bo Guhertin û Azadiyê tu jî rabe ser piyan’ bi pêşengiya TJK-E’yê dezgehên agahdarkirinê hatin danîn.

Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê di çarçoveya pêngavê de dezgeha agahdarkirinê danî. Jinan li Bahnhofplatz a pêşberî Hauptbahnohfa Kolnê, broşurên bi Elmanî, Kurdî û Tirkî belav kirin. Wan derbarê pêngavê de jî agahî dan.

Meclîsa Jinan a Rozerîn a Dortmundê jî dezgeha agahdarkirinê danî. Jinan di navbera saet 16:00 heta 18:00’an de li Kirche broşur belav kirin û raya giştî agahdar kir.

 

ANF/KOLN