Waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir têkildarî astengkirina çalakiya bîranînê ya şehîdên Parîsê ya li Parka Azadî ya Silêmanî, îdea kir ku çalakî bêdestûr bû û ti kes ji ber kar û xebatên siyasî jî nehatine binçavkirin.

Waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir li ser binçavkirina li Silêmanî ji Rojnews re axivî. Ebûbekir diyar kir ku ew bi mijarê re eleqeder in û  îdia kir ku tu kesek ji ber xebatên siyasî nehatiye binçavkirin û wiha peyivî: “Tu kesek ji bo were êşkencekirin nehatine binçavkirin, her wiha tu kesek jî ji ber xebatên xwe yên siyasî nehatine girtin. Pêwîste li gorî yasa û pîvanên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi meşin. Her kesek ku têbîniyek ya wê hebe dikare serdana aliyên peywendîdar bike.”

Hêjayî gotinê ye ku Rêveberiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ku çalakî organîze dikir, eşkere kiribû ku ji bo wergirtina destûrê serî li Asayîşa Silêmaniyê dane, lê serlêdana wan red kiriye û ji wan re gotiye ku “Bi ti awayî destûrê nadin we.”

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS