Tîmsahek ji xwe razî berê xwe dide nava koma hîpopotaman bi navê xwe yên din Hespên Nîlê. Lê dema ku tîmsahek dikeve nava birra hîpopotaman de zû poşman dibe. Dema bûyer diqewime jî tûrîst li Parka Netweyî ya Kruger a li Başûrê Efrîkayê ne û li Hîpopotaman temaşe dikin. Tûrîst şahidiyê li vê şaşiya kujer a tîmsahî dikin û hem wêne û hem jî dîmenên wê şaşiyê digirin.

Dema ku tûrîstan ji xwe re li birra Hespên Nîlê di çemî de temaşe dikir, bi fikreke neçê tîmsahekî xwe avêt nava wan. Yek ji şahidan dibêje, “Me ji ya me dîtî bawer nekir“. Çawa mirov bawer bike! Bi her halî, birra hîpopotaman a fêrî tîmsahan di hewzê xwe de nebûye, hîç xwe li vî tîmsahî ranegirt. Hîpopotaman ev bi tîmsah jî baş dan fêmkirin. Dîmen û wêneyn girtî baş nîşan didin ka hîpopotamên hêrs rabûyî dikarin çi bînin serê xelkê û nexasim tîmsahan, şahid wisa behsa wê kêliyê dike: “Tîmsahî jî fêm kir, lê tiştek êdî ji destê wî nedihat. Hîpopotaman ew diavêt hewayê û ew gez dikirin.” Heta ku tîmsahî karî bireve ji nava wan, gelek caran hat gezkirin û derb xwarin. Li gorî şahidan tîmsah ji vê yekê bêyî birîneke giran karîbû bifilite, lê ew piştrast in ku tîmsah wê şaşiyeke bi heman rengî zû bi zû dîsa neke. n CITY OF CAPE