Tugaya Cind El-Heremên ji bo şerê li dijî rêjîma Baasê û çeteyên DAIŞ’ê hate avakirin. Piştî ku tevlî nav hêzên QSD’ ê bûn, di rizgarkirina gelek herêmên Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê de cih girt.
Tugaya Cund El-Heremên di destpêka Tîrmeha 2012’an li bajarê Minbicê ji hezar û 200 şervanan hate avakirin. Piraniya şervanên wê ji bajarê Minbicê bûn, Tugayê şerê hêzên rêjîmê kir û li dijî siyasetên wan ên li dijî gelê herêmê derket.
Tugaya Cund El-Heremên di destpêka avakirina xwe de li herêma balafirgeha Kiwêris a li gundên Helebê, li herêma Tebqa ya Reqa, her wihali Minbic, Bab û Ezazê jî şerê hêzên rêjîmê kir. Ev yek di sala 2013’an de pêk hat.
Paşê, di sala 2015’an de berê xwe da Kobanê û li kêleka hêzên YPG/YPJ’ê sekinî û di şerê li başûrê Kobanê de cih girt.
Tugaya Cund El-Heremên di 10’ê Adara 2016’an de civîneke çapemeniyê lidar xist û fermî beşdarî nava Hêzên QSD’ê bû. Daxuyanî li Bendava Tişrîn hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê li hemû herêmên Sûriyeyê şerê çeteyên DAIŞ’ê bikin.
Fermandarê Tugaya Cund El-Heremên Mahir El-On diyar kir ku armanca wan avakirina Sûriyeya Demokrratîk a nû ye, her wiha pêkanîna aramiyê li tavahiya Sûriyê ye û weha peyivî: “Em ji bo rizgarkirina Sûriyê ji komên çete yên DAIŞ’ê şer dikin. Me beşdarbûna xwe ya di nava hêzên QSD’ê de riya herî guncaw dît. Ji ber ku QSD’ê tekane hêz e ku şerê DIAŞ’ê dike û dikare zulmê li ser gelê Sûriyê rake.”
ANHA/KOBANÊ