Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê du meh beriya niha bi tevlîbûna 215 şervanan dewreyeke perwerdeyê hatibû destpêkirin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê piştî qedandina dewreyê doh bi tûgeya sêyemîn bi navê “Şehîd Dêrsim” û yekemîn foca ji tûgeyê bi navê “Şehîd Cesûr” ragihand.
Fermanarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarên wê beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi torana leşkerî dest pê kir, şervanên tevlî perwedeyê bibûn sûnd xwarin.
Bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê fermandar Îbrahîm Hemdan ragihandina tûgaya sêyemîn li şênî û şervanan pîroz kir û got: “Armanca perwerdeyê amadekirina endamên pispor e û kesayeteke leşkerî ye ku karibin sînorê Minbicê ji gefên derve biparêze.”
ANHA / MINBIC