Piştî êrişên topyekûn ên dagirkeriya erda Kurdistanê, hem li Başûr û hem jî li Rojavayê Kurdistanê, gelek rêxistinên Kurd banga boykotkirtina tûrîzma li Tirkiyeyê kir. Doh nûçeyek di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de hat beêavkirin ku digot, ji ber çewlîgên masiyan li Mêrsînê tûrîst kêm bûne. Li gorî nûçeyê beriya niha li çarmedorên Girava Dana ya Sîlîfkê ya Mêrsînê û niha jî li peravên Anamur û Aydincikê amadekariya çêkirina 32 çewlîgên masiyan tê kirin. Ajans balê dikişîne ser nerazîbûna xelkê deverê ji vê projeyê ku li aliyekî mafdar e, ji ber destwerdaneke jîngeha wan a yekser e. Lê weke argûman derxistina pêş “proje dike ku tûrîst neçin Mêrsînê” têra xwe bi pirsgirêk e. Li ser mijarê gelek sazî û rêxistinên Kurdan ên li ewrûpayê jî banga boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê kiribû. Em nûçeyeke bi vê argûmanê biweşînin, ya ku Kurdên li Ewrûpayê û saziyên wan bibêje, wê ne xemxwarinek be, lê, ew ê gelekî muhtemelen bibêjin, “Tûrîst naçin Tirkiyeyê, bila neçin, çêtir e neçin...” EDÎTORIYA RÛPELÊ