Turkdogan der barê serdan û hevdîtinên xwe yên li paytext Berlînê de ji rojnameya me axivî. Turkdogan diyar kir ku ew wek heyetek ji endamên IHD´ê, saziyên sivîl û akademîsyenan pêkhatî ji aliyê wezareta karên derve ya Elmanyayê ve hatine vexwendin û danûstandinên wan wê 5 rojan dewam bikin.


Qetilkirina Elçî serdan bi paş ve xist

Turkdogan da zanîn ku ev serdana wan par hatibû plankirin, lê ji ber qetilkirina hevalê wan Tahîr Elçî neçar mabûn ku texîr bikin. Turkdogan der barê naveroka hevdîtinên li gel rayedarên Elman û berpirsên saziyên mafên mirovan de got: Wezareta Karên Derve ya Elmanya nûner û rayedarên saziyên mafên mirovan yên li Tirkiyeyê vexwendin. Em jî wek komeke ji deh kesan ku di nav de nûnerên saziyên sivîl, yên mafên mirovan û akademîsyen jî hene, hatin vir. Hevdîtinên me yên li gel Meclîsa Federal a Elmanya û wisa jî bi hin rayedarên hikûmeta federal re dest pê kirin. Serdanên me yên li gel saziyên sivîl ên li Elmanyayê wê 5 rojan dewam bikin. Mebesta me ya bingehîn jî ew e ku em pergala siyasî û îdarî ya li Elmanyayê di cih de bibînin, lêkolînan bikin, çavdêriya rewşa mafên mirovan ya li Elmanyayê bikin, derbarê qewmînên li Tirkiyeyê de danûstandinan bikin. Wisa jî ji ber em hatîn Berlînê, wek kesekî têkildarî babeta Rojava û parastvanê mafên mirovan me xwest em serdana nûnertiya Rojava bikin, ji ber komeleya Kurd jî cîran e, me serdana komeleyê jî kir û em gelekî kêfxweş bûn. 


Danûstandina bi Elmanya re girîng e

Turkdogan diyar kir ku tecrûbeya Elmanya li ser babetên şer û mafên mirovan ji bo wan jî girîng in, ew dixwazin derbarê pergala Elman de bêhtir agahdar bibin. Turkdogan weha dewam kir: Elmanya di gelek dijwariyan re derbas bûye, di nav xwe de demokratîkbûnek saz kiriye û aboriyeke wê ya sazkar heye. Helbet mirov dikare gelek zanyariyan jê fêr bibe. Ev tecrûbeya Elmanî dikare ji bo çareseriya şerê li Tirkiye û Kurdistanê jî bibe alîkar. Em derbarê şer û binpêkirinên mafên mirovan de wan agahdar dikin, hêvîdar in ew jî li ber çavan bigirin. 


Li Tirkiyeyê şer heye

Turkdogan derbarê serdana Angela Merkel a Tirkiyeyê de jî got, “Divê dewlet mirovan û bi taybetî kesên penaber nekin amûrên berjewendiyên xwe. Li aliyê din rastiyeke berbiçav e ku li Tirkiyeyê şerek heye. Niha li Tirkiyeyê her roj hejmareke mezin sivîl, mîlîtanên çekdar, leşker û polîs tên kuştin. Ev tev de wendakirinên welêt in. Wisa jî li Tirkiyeyê têgiha – penaberiyê- nîne. Tirkiye ji bo kesên xwespartî mêvan dibêje, bi awayekî demî qebûl kiriye. Statû û mafên penaberiyê nade wan. Herêma Federal a Kurdistanê 5 milyon e, du milyon kesî xwe spartine wê derê. Bi sed hezaran penaberî xwe spartiye Kantona Efrînê, ka Neteweyên Yekbûyî çi alîkariyê dike?” 


Li dijî kurdan durûtî heye

Turkdogan îşaret bi polîkaya durû ya welatên rojavayî ya beramberî Kurdan kir û got, “Vê gavê li Tirkiyeyê herî kêm 500 hezar Kurd ji cihwarên xwe bûne. Ev bi sedhezaran mirov dê çawa bin? Niha bi alîkariya Kurdan a navxweyî xwe li ser piyan digirin. Ma gotineke dewletên mezin nîne. Ji ber vê jî demildest dive şerê li Tirkiyeyê bê sekinandin. Herwisa jî em dewletên Ewropî hişyar dikin, eger weha dewam be wê rewş dijwartir bibe, bi sedhezaran, belkî bi milyonan mirov bimirin. Ew kes û dewletên bi tenê li ser berjewendiyên xwe hizir dikin jî dê bibin hevparên qetla mirovan.”


Bang li PKK ê   

Serokê giştî yê IHD ê Turkdogan di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku malbatên kesên ji aliyê HPG ê ve dîl hatine girtin jî di nav fikaran de ne û divê PKK wek serê salê careke din jî dîmen û dengê wan belav bike. Turkdogan got, “Bi qasî em dizanin 8 polîs û leşker di destê PKK´ê de ne. Me berê jî bang kiribû, niha jî bi riya rojnameya we em bang li rayedarên PKK´ê dikin. Em wek saziyên mafên mirovan amade ne wan kesan bigîhinin malbatên wan, lê eger ev nebe jî ricaya me ji PKK ê ye ku malbat bên agahdarkirin.”  


YEKO ARDIL/BERLIN