Bi îlankirina OHAL’ê re AKP’ê bi biryarnameya KHK’ê 23 TV û Radyo girtin. Yek ji TV’yên ku hatine girtin TV10 ne. Xebatkarên TV10 li avahiya xwe dest bi çalakiyê rûniştinê kirin. Di kanala ku şevê din polîs û ekîbên aborî bi serde girtin piştî lêkolînan girtek hat girtin. Dema polîsan xwest deriyê kanalê mohr bikin, Pîrên Elewî, nûnerên saziyê, hunermend û siyasetmedar ketin odeya rejiyê û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Pîrên Elewî diyar kirin ku ew ê kanala xwe terk nekin.
Di nava polîs û mufetîşên ku ketin odê û xebatkaran de rageşî derket. Piştî rageşiyê pîrên Elewî û nûnerên saziyê di nava xwe de civînek pêk anîn. Piştî civînê carek din dest bi çalakiya rûniştinê kirin û piştî nîvsaetê çalakiya xwe bi dawî kirin. Piştî çalakiya xwe bi dawî kirin polîs û mufetîşan deriyê odeya rejiyê mohr kirin û ji kanalê veqetiyan.

Amûrên ÎMC, Hayatin Sesi û TV10 dewrî TRT’yê kirin
Polîsên Tirk, doh tevî ekîbên maliyeyê cara duyemîn avêtin ser avahiya televîzyonên TV 10, ÎMC TV, Hayatin Sesi .
Di encama serdegirtinan de deriyê ÎMC TV, Hayatin Sesi û TV10 hatibûn mohr kirin û amûrên wan dewrî TRT’ê hatin kirin. Amûrên ku hatibûn destserkirin piştî hatin hejmartin dewrî TRT’ê hatin kirin.
Di serdegirtinên doh odeyên rejî yên ÎMC TV, Hayatin Sesi û TV10 hatibûn mohrkirin û carek din polîs û mufetîşên aborî bi ser kanalan de girtin. Di serdegirtinên doh de ligel polîs û mufetîşên aboriyê xabatkarên TRT’ê jî cih girtin. Piştî li kanalan hêjmartin hat kirin dê amûrên kanalan bên girtin û bibin avahiya TRT’ê.