Di yekemîn konferansa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê de, navê saziyê weke Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) ya Kantona Cizîrê hat guhertin. Nesrîn Doko û Mazlûm Hesam wekî hevserokên TZP’ê hatin hilbijartin. Konferansa yekemîn a SZK’ê ku ya li Qamişloyê hate lidarxistin, bi dawî bû. Di konferansê de navê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Kantona Cizîrê weke Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) ya Kantona Cizîrê hate guhertin û Nesrîn Doko û Mazlûm Hesam wekî hevserokên wê hatin hilbijartin.

Encamnameya konferansa ku bi beşdariya 345 mamoste û 35 mêvanên ji saziyên civakî pêk hat, hat aşkerakirin. Di encamnameya ku li ser navê Hevserokatiya Tevgera Ziman û Perwerde ya Kantona Cizîrê hat dayîn de hate diyarkirin ku konferans “li ser bîranîna şehîdên berxwedana Kobanê, Şengalê û Mexmûrê” hatiye lidarxistin û wiha hate gotin: “Lewre em van êrîşên ku ji aliyê hêzên çete yên DAIŞ’ê ve li ser gelê me yên Şengalê, Kobanê û Mexmûrê tên pêkanîn şermezar dikin, dilsoziya xwe ya bi berxwedana gelê xwe re diyar dikin. Dîsa em berxwedana Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo ku li Girava Îmrali li ser navê me Kurdên azadîxwaz dimeşîne silav dikin û diyar dikin ku em ê hewl bidin ji perspektîfên wî yên li ser esasê avakirina civakeke azad û wekhev bibin bersiv.”

Nirxandina xebatan

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku di konferansê de xebatên SZK’ê yên Kantona Cizîrê yên du salan hatin nirxandin û wiha hat domandin: “Bi taybetî di encama xebatên du salan ên SZK’ê de gavên girîng hatine avêtin, asteke pêşketinê ya xurt li rojavayê Kurdistanê daye çêkirin. Her ku diçe xebatên SZK’ê di warê berpirsiyariya dibistanan de, gihandina mamosteyan û di warê amadekirina pirtûkên dibistanan de fireh dibe.”

Bilindkirina asta xabatan
Di berdewama encamnameyê de bal hat kişandin ku di konferansê de hatiye nîqaşkirin ku Saziya Zimanê Kurdî tenê ji pêwîstiyên heyî re nabe bersiv, lewre divê xebat hem ji aliyê ziman ve, hem jî ji aliyê rêbazên perwerdeyê ve di asteke bilindtir de bên birêxistinkirin. Di encamnameyê de hat gotin ku li ser van esasan di konferansê de navê Saziya Zimanê Kurdî ya Kantona Cizîrê wekî Tevgera Ziman û Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê hatiye guhertin.

Bersivbûyîn divê

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ev tê wê wateyê ku Saziya Zimanê Kurdî, girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê wê xwe di asteke berfirehtir û mezintir de birêxistin bike. Hewl bide ji tevahî pêwîstiyên perwerdeya civakê re bibe bersiv. Di konferansa me de yek ji biryarên girîng ên hatin girtin ew bû ku êdî TZP ya Kantona Cizîrê di xebatên xwe de ne tenê parastina zimanê Kurdî bike, girîng e di xebatên xwe de hemleyeke mezin çêbike. Di vê wateyê de konferansa me xwe gihand biryardariya ku di xebatên zimanê Kurdî û bi giştî perwerdeya dibistanan de hemleyeke nû pêş bixe. Ev konferansa me aliyekî xwe yê girîng jî ew bû ku têde mijara sîstema perwerdeya li dibistanan hat destgirtin. Ji bo vê jî biryar hat girtin ku Tevgera Ziman û Perwerdeyê di nav civaka me ya herêma Cizîrê de pergala Perwerdeya Neteweya Demokratîk derbasî jiyanê bike, hişmendiya Neteweya Demokratîk di tevahî dibistanan de hakim bike ku di serî de zarokên Kurd, ereb û suryanî, her gelê li herêma Cizîrê dijî bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin, ji hebûna her çand û baweriyekê re nêzîkatiyeke bi rêzdarî were raberkirin.

Amadekirina pirtûkan

Di vê çarçoveyê de Tevgera Ziman û Perwerde ya Kantona Cizîrê wê hewl bide giraniyê bide amadekirina pirtûkên li ser esasê hişmendiya Neteweya Demokratîk, wê tevahî mamosteyan di perwerdeya ziman û ramana azad de pêş bixe, xurt bike. Konferansa me ku di bin şîara “Bi Ziman û Perwerdeya Neteweya Demokratîk Ber Bi Civaka Azad Ve” hat lidarxistin û Şehîd Viyan Kobanê wekî sembola têkoşeriya zimanê Kurdî pejirand, di şexsê berxwedêrên Kobanê, Şengalê û Mexmûrê de wê bi rihê serketina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li tevahî nirx û rûmetên gelê Kurd xwedî derkeve û pêş bixe.” 

ANHA/QAMIŞLO