Di civînê de Rêvebera TZP'ya bajarê Tiltemir Raperîn Yûsif, Endama TZP’ê Nûjîn Bilind, Hevserokê Meclîsa Gel a bajêr Mihmed Seîd Şêxmûs, Rêveber û mamosteyên dibistanan Nayêf El-Salêm û bi dehan malbatên şagirtan amade bûn. Civînê bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. Piştre derbarê asta şagirtan û rewşa dibistana di vê demsala xwendinê de, Rêveberê dibistanê got ku ji ber ku ji alîyekî ve malbat piştgiriyê nadin zarokên xwe û ji alîk din ve jî ji ber ku hejmara mamosteyan têre waneyan nake, asta xwendekaran di xwendinê de lewaz e.

Têkiliya zarok û malbatê

Her wiha Endama TZP’ê Nûjîn Bilind da zanîn ku paşguhkirina malbatan ji zarokên xwe re bi taybetî di van salên dawiyê bandoreke neyînî li asta xwendekaran dike. Bilind balkişand ser rewşa ku herêm têre derbas dibe û bi taybetî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li dijî herêmên Rojava  gelekî bandorê li xwendekaran kiriye. Ji aliyekî din ve jî malbat perwerdeyên teybet ji zarokên xwe re digirin, ew jî bandorê li pêşeroja zarokan dike û diyar kir ku ew bi kêmderfetên xwe hewl didin ku rewşa xwendekarna baştir bikin. Di dawiya civînê de malbatên şagiratan bi endamên TZP’ê û mamosteyên dibistanê re li ser çawaniya pêxistina asta xwendekaran gotûbêjkirin. Nûjîn Bilind her wiha pirsên malbatan derbarê makanîzma perwerdeyê de bersivandin. Endsamên TZP’ê dane zanîn ku civînê bi malbatên şagirtan re dê berdewam bikin.


 ANHA/TILTEMIR