Tevî ku korîdora insanî ya d navbera Rojava û Şengalê de ev qederê 2 mehan e bi destê hikûmeta Iraqê hatiye girtin jî, bi israra xelkê Şengalê deriyê Gumrik ê li ser korîdorê doh ji bo vegera 3 jin û 18 zarokên ji DAIŞ´ê rizgar kirî hat vekirin.
Mala Êzîdiyan a herêma Cizîrê 21 Êzîdiyên ji Şengalê ên ku QSD`ê ew ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiribûn, radestî Rêveberiya Xweser a Şengalê kir.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji destpêka hemleya xwe ya têkbirina çeteyên DAIŞ`ê ya bi navê Qonaxa Tinekirina Terorê ve, zêdetirî 30 jinî û bi dehan zarokên Êzîdî ku endamên çeteya DAIŞ`ê di 3`yê Tebaxa 2014`an de revandibûn, rizgar kirin.
Bi rizgarkirina Êzîdiyan re, QSD wan digihîne Mala Êzîdiyan a li herêma Cizîrê, ew jî wan kesan radestî Rêveberiya Xweser a Şengalê dikin da ku wan veguhezînin cem malbatên wan. Meclisa Mala Êzîdiyan bi amadebûna fermandarên QSD`ê 3 jin û 18 zarok radestî Meclisa Şengalê kirin.
Em ê komên din jî bibin Şengalê
Endama Meclisa Şengalê, Henaa Yezîd daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê bi Mala Êzîdiyan re bikevin nav têkiliyan da ku wan kesên revandî vegerînin Şengalê.
Wê her wiha diyar kir ku xebata wan dewam dike da ku her kesê rizgarkirî, vegerînin Şengalê û malavahiya QSD`ê kir ku Êzîdiyên hatine revandin, rizgar dike û daxwaz ji hêzên artêşa Iraqê kir ku rêyekê vekin da ku wan li malbatên wan vegerînin.
Ew ê zarok û jinên Êzîdî bi rêya deriyê Gumrikê, yan jî korîdora insanî ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ku ev zêdetirî 2 mehan e hêzên artêşa Iraqê ew girtine, bigihînin Şengalê. Bi sedan şêniyên Şengalê li ber derî sekinîn da ku pêşwaziya kesên hatine rizgarkirin, bikin.
Hevserokê Meclisa Mala Êzîdiyan diyar kir ku komeke din hatiye rizgarkirin, heta ku derman bibin, ew ê wan jî vegerînin cihên wan.
Derî dan vekirin
Piştre tevî rizgarkiriyan komê ji bajarê Amûdê berê xwe da ber bi deriyê sînor ê Gumrikê ve ku di navbera navçeya Hol a kantona Hesekê û Şengalê de ye. ev deriyê hanê di dema fermanê de gava ku şervanan korîdorek ji bo rizgarkirna Şengaliyan vekiribû, çêbûbû. Rayedarên hikumeta Iraqê yên li deriyê sînor ê Gumrik di destpêkê de nehiştin Êzîdiyên rizgarkirî derbas bibin. Lê hejmara Êzîdiyên Şengalê yên li ber derî kom bûyî jî her zêde bû û gihişt hezaran. Ew li benda Êzîdiyên rizgarkirî bûn. Ji ber israra xelkê, hikumeta Iraqê neçar ma ku rizgarkiriyan û kesên bi wan re berde da ku bikevin Şengalê. Bi vî awayî girtina korîdora insanî qismî hat şikandin.
Yek ji berpirsên Meclisa Şengalê ku şêniyên Şengalê zext li hikumeta Iraqê kirin û ew neçar kir ku derî ji Êzîdiyên rizgarkirî re veke û ew niha di rê de ne û ber bi Şengalê ve diçin.
Her wiha QSD`ê teqez kir ku rizgarkirina sivîlan ji Baxozê dewam dike.
ANHA / QAMIŞLO-HOL