Û dengdanê dest pê kir
Doh li 13 bajarên Elmanya, 6 bajarên Fransa û 3 bajarên Awusturyayê dengdanê dest pê kir. Dayika Azîme ku mişahida HDP´ê ye li Frankfurtê bi baldarî wezîfeya xwe dike û dixwaze herkes bi îradeya xwe ya azad dengê xwe bide.
EGÎD EREN
FRANKFURT
Ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê, dengdana li derveyî Tirkiyeyê doh dest pê kir. Li Elmanya, Fransa û Awûstûryayê dengdêr wê 13 rojan ango heta 19´ê Hezîranê karibin dengê xwe bidin.
Ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, îsal zêdeyî 3 milyon hilbijêr li ‘Lîsteya hilbijartinê ya li Tirkiyeyê’ qeyidkirî ne.
Hilbijêr herî zêde li derveyî Tirkiyeyê, li Elmanya, Fransa û Awûstûryayê hene. Dengdana li van welatan doh dest pê kir û wê heta 19’ê Hezîranê dewam bike. Hilbijêr wê her roj karibin ji saet 9’ê Sibehê heta saet 21’ê şevê dengê xwe bidin.
Ji bo karibin dengê xwe jî bidin divê bi nasname yan jî pasaporta xwe biçin cihê dengdanê. Hilbijêrek wê karibe li her derê dengê xwe bide. Sermeselê, hilbijêrekî li Holandayê wê karibe li bajarê Kolnê yê Elmanyayê dengê xwe bide.
Piştî Elmanyayê hilbijrê herî zêde li Fransayê hene. 330 hezar hilbijêr wê li Paris, Bordeaux, Strasbourg, Marsîlya, Lyon, Nantesê dengê xwe bidin.
Koordinasyona Hilbijartinê ya HDP’ê dabû xuyakirin ku ji bo mirovên kalûpîr, jin, nexweş û yên astengdar wan wesayît amade kirine ji bo wan bibin cihê dengdanê û bînin.
Cihên ku deng lê bên dayin ev in:
Li Awûstûryayê jî ku 110 hezar dengdêr lê hene, li bajarên Viyana, Salzburg û Bregenzê sindoq tên danîn.
Tevî her sê welatên Ewrûpayê, li deriyên sînor ên Tirkiyeyê jî dengdanê doh dest pê kir. Dengdana li deriyên sînor wê heta 24’ê Hezîranê dewam bike.
Li pişta sînorê sindoqê
Dayika Azîme
Hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê doh destpêkirin biçin ser sindoqan. Bajarê Elmanyayê Frankfurt jî yek ji van bajaran bû. Ji ber ku rojeke kar bû, zêde kesan doh deng li Frankfurtê bi kar neanî. Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya fermî ya li Frankfurtê got, ti pirsgirêk nînin, û beşdarî jî baş e.
Wezîfedarên HDP’ê çavbel û guhbel in
Hilbijêrên HDP´ê jî bi giranî diçin ser sindoqan. Rayedarên hevahengiyê yên mohrkirinê yên hola dengdanê yên HDP´ê jî li dijî hîle û bêusûliyên muhtemel nobetdariya demokrasiyê dikin. Herçî wezîfedarên sindoqan in, ew ji AKP, MHP û CHP’yiyan pêk tên û HDP’yî tenê muşahid in. Di nava muşahidên HDP´ê de Dayika Azîme ku di hilbijartinên beriya niha de jî wezîfe kiriye, balê dikişîne ser xwe.
Îtîraza pêşî hat kirin
Dayika Azîme, li kêleka maseya ku wezîfedarên sindoqê li ber rûniştine, û bi bandeke reş sînorê wê diyarkirî ye, li derveyî vê bandê rûniştiye û dibêje, “heger tiştekî ne li gorî usûlê biqewime, ez ê dest werdimê.” Dayika Azîme ji beşdariyê razî ye. Li sindoqa wê bêhtirî sed kesî dengê xwe dabûn jî.
Dayika Azîme wiha dipeyive: “Ya girîng ew e ku ez li vir wezîfeyê bikim. Çi bikeve ser milê min, têkoşînê wiha bikim.” Dayika Azîme xwest hilbijêr bi îradeya xwe ya azad dengê xwe bidin.
Li aliyê din îtîraza yekem jî li Frankfurtê hat kirin. Doh hat tesbîtkirin ku li ser navê kesekî ji zêhnê xwe astengdar deng hatiye dayîn. Wezîfedarên HDP´ê îtîrazî vê rewşê kirin û xwestin dengê hatî bikaranîn bê betalkirin.