Gava ku min li dîmenê gurînîkayî meyzand, di vîdeoyê de laşên ku ji laş bêhtir bibûn hişkkolkên li şûna agirekî hêtûnî mayî, kirin ku tevzînokên kerbê, hêrza kînê mîna gêrgêrîkên bîhna xwînê kirî rapelikin laşê min.
Wekî her kesî, her kesê bi hest û ji goşt û hestî, li ber xwe ketim, careke din min ne ji xwe; ji dijminatiya dijminê xwe şerm kir.
Careke din jî min şerm kiribû bo ku dujminekî min î wisa har û hov, wisa keyskor û çavsor, wisa lawir û dirinde heye: Havîna sala 91ê bû. Piştî şerekî bi şev û rojan, leşkeran ji Çiyayê Bagokê 27 bedenajên jiyanê, li hewşa Yekîneya Leşkerî  ya Nisêbînê wisa êretî:  li tevî kincên peritî, dev  û rûyê tevan di nava xwînê de;çavên hinekan pelqijî, laşên gişkan bi gulleyan mîna seradê kun kunî, di bin wê tava havînê de di ber hev re kiribûn ristik.
Malbatên ku zarokên wan li tevî refê gerîla bûn, bi taybetî bo ku dilê xwe têxin cih, ka zarokê wan in an na; yeko yeko, dudu dudu berê xwe didan tabûrê.
Her mirovê ku diçû û didît ku çi tore anîne serê wan ciwanan, piştî ku vedigeriyan bi rojan dilê wan nedibijiya xwarinê!
Hê zarok bûm, dema ku pêjna leşker dihat, gundiyan ji vir û wirê gund bangî hev dikirin: Gur haaaat…gur haaaatttt…guur haaaattttttttttt!
Bi bihîstina vê bangê re zilamên gund dibûn mina peza ku gur dadiyê; her yek bi hêlekê ve diteriqîn.
Ji wê rojê de, tirsa ‘gur’ kete hinavên me zarokan jî. Û pê re, ew tirs her ku em mezin bûn, ew jî bi me re di mêjiyê me de, di giyanê me de mezin bû!
Heta kengî?  Heta ku me bi çav serê xwe dît, ku ew jî însan in, ew jî ditirsin, ew jî dikarin bêne kuştin!
Û me ew kuştin!
Em neçar man, me ew kuştin!
Piştî her kuştinê, piştî her kuştiyî berdevkên dewletê, gazinok gazinok gotin, ‘ji xafil de, bi neyartî, bi xayintî…’
Xayîn kî ji me bû?
Em xayîn bûna; di qadan de, di meş û xwepêşandanan de, di  axaftina rojane de me yê bahsa biratiya gelan bikira? Me yê carekê jî negota,  ‘ mirin bo tirkan’?
Tu rojan tu kurdî negotiye ‘mirin bo tirkan’
Lê wan piştî her daxwazê gotin, ‘ha ji we re mirin’!  Û em kuştin:
keftar î keftar*
çar kenar, har î har
bicivin li termê min
vegijgijînin bi diranên berazî
min bikin qet qet
min bikin piç û parî!
ne cendekekî heram im, ne kelaşekî  nicis:
goştê qewmekî me, welatek im
di mêlaka min de nikulên dasî
hilqetînin roviyên min
heta bi hinavên min derxin
we bivê germ germ bixwin
we bivê gep bi gep, bi sarî!

piştî her luqmê, piştî her parî
bişikirînin, gur gur bizûrin
li ser 24 termên hişketer
berê xwe bi  jor ve kin, biqîrin
bibêjin ‘Allahû ekber’!
*helbesta bi navê ‘Allahû ekber’, A.Arî