Piştî kuştina sefîrê Rûsyayê yê Enqerê, awir zivirîbûn ser helwêsta Rûsyayê. Nexasim jî piştî ku eşkere bû ku kujer polîsekî Tirk e, helwêsta Rûsyayê wê ji bo siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyê diyarkerbûya. 

Berdevka Wezîrê Karê Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova daxuyaniya pêşî da û got: “Îro Sefîrê Rûsyayê Enqerê Andrey Karlov, di encama êrîşê de bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. Em vê bûyerê weke êrîşekî terorîst dibînin.”

Piştî vê daxuyaniyê bihevre peyivîna bi rêya telefonê ya serokkomarê Tirk Erdogan û serokê Federasyona Rûsyayê Pûtîn çêbû. Piştî vê bihevrepeyivînê daxuyaniya Moskov û ya Enqerê nêzî hev bûn; alî wê bi sergermî tevnegeriyana. Pûtîn êrîş wekî provakasyoneke li dijî pêvajoya aştiyê ya li Sûriyê bi nav kir. Erdogan jî gotinên teqrîben vê daxuyaniyê piştrast bikin bi kar anîn.

Ya ji vê diyar dibe ew e ku Rûsya wê heta jê bê zextê li Tirkiyeyê bike û bi berstûka wê bigire, bi hêsanî bela xwe jê veneke; lê wê bi carekê jî wê ji xwe dûr neke û nexe rewşeke êdî nikaribe zextê lê bike.

Gelo Tirkiyeyê peyam da Erebên Sunî?

Herçî di çapemeniya Ereb a sunî de derket pêş bi xwe, peyama “Polîsê tirk ji bo tola Helebê hilîne Sefîrê Rûsyayê kuşt” bû (manşeta rojnameya El-Şerq El-Ewset).

Li ser kuştina sefîrê Rûsyayê Andrey Karlov li Enqereyê rojnameya El-Şerq El-Ewset got, bûyerê bandor li tevahiya civaka Rûsya kiriye û wiha nivîsî: “Pirsyarên ku têne kirin, têkiliya kujer bi kîjan aliyan re heye. Erdogan û Pûtîn ji bo avakirina komîteyeke lêpirsînê ya hevbeş li hev dikin.”

Li gorî rojnameyê muhtemel e ku ev bûyer grêka aloziya têkîliyên aliyan jî derxe holê. 

Sevan polîsê Tirk e

Kesê ku Sefîrê Rûsya yê Enqereyê Andrey Karlov kuşt, polîsê Tirk ê bi navê Mevlut Mert Altintaş e ku li Midûriyeta Hêza Çevîk a Enqereyê peywîrdar e. Altintaş 1994’an li Soke ya Aydinê hatiye dinê, dibistana Polîsan a Îzmîrê qedandiye û ji 2014’an ve li Hêza Çevîk a Polîs a Enqereyê wezîfedar e.

Tevî ku çapemeniya Tirk a ser bi hikûmet û Erdogan ve hewl didin têkiliya polîs bi tevgera Fethulan Gulen ve derbixin pêş jî, ti delîlên rast ên vê piştrast bikin nînin. Li aliyê din wekî ku bûyer ne siyasî be girtina endamên malbata sekvanî jî tevî dêûbav û xwîşkê, bi ser dejî kuûtina sekvanî, dikin ku guman hebin li ser bûyerê, heta bi wê radeyê ku Rûsyayê xwest lêpirsîn bi tevlîbûna hêzên Rûs pêk were ku aliyê Tirk jî qebûl kir.

Demîrtaş: Divê Davûtoglû bê darizandin

Der heqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de 2’yemîn rûniştina dozê ya ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye hatiye vekirin, hat dîtin. Demîrtaş bi rêka Sîstema Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tevlî rûnitinê bû. Demirtaş bi berfirehî qala bêusuliyên pêvajoya darizandinê kir. Her wiha têkildarî kuştina Sefîrê Rûsyayê de jî Demirtaş ev tişt gotin: “Di wan rojan de ku pêvajoya çareseriyê bû, PKK’ê nîqaşên bi temamî bidawîkirina çalakiyên tundî dimeşand. Tê dîtin ku talîmatên operasyonên ku bajarên mîna Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Sûr û hwd. hilweşandin di serokatiya Davûtoglû de hatiye dayîn. Eger tiştekî ku divê bê darizandin hebe li vir, ew jî hikûmeta bi serokatiya Davûtoglû û yên wê demê wezîfedar in. Yê ku duh li Enqereyê bi sûîqestê Sefîrê Rûs kuşt polîseke û dema Ahmet Davûtoglû hatiye ser kar. Ahmet Davûtoglû yê fermana xistina balafira Rûs da, her wiha destlênedan, pêşniyarên derveyî destûra bingehîn jî anîne parlamentoyê. Dema ku qeyûm tayîn şaredariyan hat kirin, girtin çêbûn jî pêvajoya Ahmet Davûtoglû bû. Pêvajoya ku pirsgirêkên Tirkiyeyê herî giran bû, pêvajoya Davûtoglû ye.”

Yuksekdag ji Rûsyayê re sersaxî xwest

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekda jî ji ber kuştina Sefîrê Bilind ê Rûsyayê ê Enqerê Karlov peyameke sersaxiyê weşand û got, “Ji ber xemsarî, bêkontrolî û bêberpirsyariya saziyên dewletê, vê felaket rûdaye.”

Yuksekdag got, “Partiya me, wê mîsyona xwe ya li dijî şer û komkujiyan, ji Rojhilata Navîn heta Kafkasya û Balkanan bi cih bîne û hewl bide pira aştî, biratî û piştgiriya navbera gelan ava bike. Ez careke din sersaxiyê ji we re dixwazim.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN