Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca ji bo du rojan Herêma Katalonya ziyaret kir û bi rêveberên herêmî, nûnerên partiyên siyasî û xebatkarên medyayê re rûnişt. Ûca her wiha tevlî civîneke çapemeniyê bû, ku saziyên medyayê yên li Katalonyayê lê amade bû û di civînê de qala girtina HDP’yiyan, desteserkirina şaredariyan, zextên li ser çapemeniya mûxalîf û pirsgirêkên Êzidiyên ji ber êrîşên DAIŞ‘ê xwe li Kurdistanê girtine, kir.

Ûca bibîr xist, ku niha 12 parlamenterên HDP’ê girtî ne, her roj êrîş li buroyên partiya wan tên kirin û anî ziman, tevî her tiştî jî ew ê bê westan, têkoşîna xwe bidomînin.

Ûca diyar kir, dewleta Tirk bi heman rengî nêzî Kurdên Êzidî û penaberên Sûriyeyî nabe û işaret bi polîtîkaya asîmîlasyon, zext û koçberkirinê kir.

Feleknas Ûca destnîşan kir, ku bi êrîşên piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê re hewl tê dayîn demografiya herêma Kurdan bê guhertin û bi çavtirsandinê dixwazin Kurdan ji cih û warên wan derxînin.

Siyasetmedarên Katalon destek dane HDP’ê

Di hevdîtinekê de ku Şaredariya Barcelonayê û partiyên li Parlamenta Katalonyayê lê amade bûn, piştgirî û hevkariya bi HDP’ê re hate ragihandin. Siyasetmedarên Katalon dan xuyakirin, ku di bin navê têkoşîna li dijî terorê de, nabe ku parlamenterên bi dengê gel hatine hilbijartin werin girtin û zext li hevşaredaran bê kirin.

Hilbijartiyên Katalon bang li hikûmeta navendî ya Spanyayê kirin, ku bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê û têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxîne.

Wekî din, saziya mafên mirovan a bi navê CIEMEN’ê civîn, panel û hevdîtin organîze kir û di van danûstandinan de jî eleqeyeke mezin ji bo HDP û têkoşîna azadiyê ya Kurd hebû.

Li ser navê CIEMEN’ê Davîd Mînoves û Antonî Llûîs Trobat axivîn û diyar kir, ev 15 sal in bi Kurdan re têkiliyeke wan a dostaniyê heye û wê vê têkiliya xwe xurtir bikin. 


 ANF / BARCELONA