Ugur Şakar, li cihê ku çalakiya fedaî lê lidarxistî, li pêşiya Dadgeha Krefeldê bi çalakiyekê hat bibîranîn. Di çalakiyê de wêneyên Ugur Şakar hatin hilgirtin ku li ser wan şehîd namirin dinivîsî. Ev slogana hanê jî ya çalakgeran jî bû. Çalakgeran li devê deriyê dadgehê jî wêneyê Ugur Şakar daliqand, qurnefîl danîn û find pêxistin. Nameya Şakar li dûv xwe hiştî jî li vir hat xwendin. Şakar hem tecrîdkirina Ocalan protesto kiribû û hem jî krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê.

 

KREFELD