Parêzer û parêzvana mafê mirovan a navdar Amal Clooney got, ew dixwaze ku jineke DAIŞ´î veguhêzin Emerîkayê da ku ew karibe ji ber sûcên li dijî Êzîdiyan û li dijî rehîneya Emerîkî Kayla Mueller a sala 2015´an hatî qetilkirin, karibe bê dadgehkirin.
Clooney nûneriya hiqûqî ya jinên Êzîdî dike ku li mala Umm Sayyaf diman. Umm Sayaf jina fînaskerê DAIŞ´ê Abû Sayyaf e. Kayla Mueller jî xebatkareke alîkariya insanî bû ku li heman malê demekê hatibû ragirtin. Di civîna pêr a li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de Clooney, rexne li welatên koalîsyona li dijî DAIŞ´ê kiribûn û gotibû, “Çima 79 welat nikarin dadgehekê ji bo dadgehkirina DAIŞ´ê ava bikin!”
Heman rojê bi dewamê wê behsa sûcên Umm Sayyaf kir: “Umm Sayaf hîç pişta jinên revandî negirt: Wê ew di odeyekê de kilît dikirin û ew makyaj dikirin da ku wan ji tecawuzê re amade bike. Ez doza veguheztina wê ya ber bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ve dikim, da ku ji bo van sûcan bê dadgehkirin.”
Lê wê negot, ka ew dizane Umm Sayyaf li ku tê ragirtin yan na. Lê ew li Iraqê girtîbû û ji aliyê Emerîkiyan ve jî hatibû lêpirsîn. Malbata Muller dabû zanîn ku, rayedarên Emerîkî ji wan re gotiye, Umm Sayyaf di dema lêpirsîna dirêj de li wê yekê mikur hatiye ku Kayla Muller bûye malê (koleya) serçeteyê DAIŞ´ê Ebûbekir Bexdadî.
Amal Clooney ji bo dadgehkirina DAIŞ´iyên dijminê mirovahiyê jî 4 pêşniyazên dadgehkirinê wiha kirin rêz:
- Rewşê bibin ber Dadgeha Navneteweyî ya Sûc; lê ev zehmet e ji ber ku DYE û Rûsya li ber vê radibin.
- Welatên “nêzîhev difikirin” ên ku bi edaletê baweriyê tînin, dikarin bi peymanê dadgehekê ava bikin.
- Mirov ji Yekîtiya Ewrûpa bixwaze ku dadgehekê ava bike.
- Mirov bike ku Iraq bi NY´yê re peymanekê deyne û dadgeheke têkel çêke, fena Dadgehên Têkel ên NY´yê yên ji bo dadgehkirina sûcên li Sierra Leone û Kamboçyayê.
NEW YORK