FEHMÎ KATAR / BERLÎN
Li Berlînê, di çalakiya li ser mijara rûxandina Sûrê li Amedê bi destê dewleta Tirk de serokê Rêxistina Çavdêriya Mîrata Dinyayê (World Heritage Watch-WHW), Stephan Doempke jî peyivî û got, UNESCO´yê ti gav neavêt ji bo ku pêşiyê li dewleta Tirk bigire da ku Sûrê hilneweşîne. Doempke got, di hilweşandina Sûrê de gunehê UNESCO´yê jî heye û ew weke hevparê Tirkiyeyê yê guneh bi nav kir.
Di çalakiya bi navê “Di serdema Rewşa Awarte de wênegirî / Cihê şên ê kevin ê Amedê, mîrateya çandê ya dinyayê ya UNESCO´yê çawa hat hilweşandin?” de panela bi navê “Hilweşandina Amedê û bêdengiya UNESCO’yê” jî hebû ku Stephan Dömpke tê de peyivî.
Dewletê hilweşand
Doemke îşaret pê kir ku Sûr yekemîn mîrateya dinyayê ya çandî ye ku dewleta wê bi xwe ew hilweşandiye. Wî da zanîn ku raporên dewleta Tirk ên elaqedarî mijarê dayî UNESCO´yê jî heta îro veşartî ne. Ev rapor jî yên Kanûna 2015´an û di Sibata 2016´an de jî rapor ji Tirkiyeyê xwestiye, dewleta Tirk Gulana 2016´an rapor nivîsiye û ev rapor nehatiye eşkerekirin.
Doempke bi bîr xist ku li ser rapoara wan a 9´ê Hezîranê UNESCO’yê careke din rapor xwestiye ji Tirkiyeyê, û got, “Di Hezîrana 2016’an de Konferansa UNESCO li Tirkiyeyê pêk hat û Sûr nebû mijar. Me beriya destpêka civînê broşurên li ser Sûrê danîn ser maseyên beşdaran û ew hema wê kêliyê hatin berhevkirin, polîsên sivîl jî dora mekanê civînê girt.”
Rapora paşê jî veşartî ye
Dewleta Tirk Sibata 2017´an raporeke rewşa parastinê (SoCP) da UNESCO´yê lê ev jî veşartî ye. Li gorî Stephan Doempke, wan di heman demê de raporeke berfireh li ser hilweşandina Sûrê amade kiriye ji bo ku li civîna UNESCO´yê ya Krakowê Sûr bibe mijar û ev rapor daye UNESCO´yê jî. Lê UNESCO´yê çavê xwe lin raporê û mijarê miç kiriye.
Doempke got, dewlet Tirk hilweşandina Sûrê dewam dike û UNESCO jî ti gavê naavêje ku vê rawestîne. Heta tevî hewldanên wan û Platforma Sûrê jî UNESCO´yê Sûr nexistiye rojeva xwe ya 2018´an.
Doempke wekî din got, heger dewleteke mijara hilweşandina Sûrê bibe Konseya Ewlekariyê hingê Neteweyên Yekbûyî (NY) dikarin mudaxilî meseleya Sûrê bibin, lewma piştî hilweşandina Palmîra bi destê DAIŞ´ê NY´yê hilweşandina mîrateya çandî ya dinayayê weke sûcê li dijî mirovahiyê hesibandibû.
UNESCO hîç neçû Sûrê
Doempke da zanîn ku UNESCO bi xwe hîç neçûye Sûrê, agahiyên li ber destê wan jî ji raporên saziyên civaka sivîl ên wekî wan in û çend raporên dewleta Tirk ên veşartî hatine hiştin in. Di hevdîtinên bi UNESCO´yê re jî eşkere bûye ku ew ê li ser navê xwe heyetekê yekser neşîne Sûrê.
Di heman panelê de Ercan Ayboga yê ku aktîvîstê hawîrdorê û di Înîsiyatîfa Parastina heskîfê de ye, got,hilweşandina li Sûrê ya bi rastî piştî ku şer bi dawî bûye pêk hatiye.