
SERKAN DEMÎREL / ANF / CENEVRE
Hewldana Parastina Heskîfê û ji damezrînerên Platforma ‘Na ji hilweşandina Sûrê re’ Ercan Ayboga, nerazîbûn nîşanî UNESCO´yê da ku li ber êrîşên qirrker ên dewleta Tirk bêdeng ma.
Hewldana Parastina Heskîfê û ji damezrînerên Platforma ‘Na ji hilweşandina Sûrê re’ Ercan Ayboga saziyên navneteweyî rexne kir, ku li pêşberî hilweşandina Heskîfê û tinekirina Sûrê bêdeng mane û got, “Meşrûiyeta UNESCO’yê li Sûrê qediya.”
Li dijî qirrkirinê cihan bê deng e
Ayboga bal kişand ser bûyerên li Sûr û Heskîfê û got, ji bo saziyên navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê wan li Ewrûpayê gelek çalakî li dar xistin. Wî bi îhtîmam îşaret pê kir ku li du cihên dinyayê qirkirina çandî û civakî tê kirin.
Ayboga ragihand ku dewleta Tirk bi hilweşandina Sûrê xwest, bi rengekî eşkere demografiya herêmê biguherîne û destnîşan kir ku tevî ku pêkanînên dewleta Tirk di çarçoveya qanûnên navneteweyî de sûcê li dijî mirovahiyê ye, bêdengiya cihanê ya li pêşberî vê rewşê, ne ya qebûlkirinê ye.
Heskîf mîrateya cihanê ye
Ayboga bi bîr xist ku 9 ji 10 pîvanên UNESCO’yê ji bo ku deverek weke mîrateya cihanê bê qebûlkirin, li Heskîfê bi cih hatine, lê tevî vê yekê jî nayê parastin. Dema deverek yek yan jî du pîvanan bi cih tîne divê UNESCO wan mekanan biparêze. Ayboga li ser vê yekê jî got, “Ti mîrateya li ser rûyê erdê, xwedî 5 ji van 10 pîvanan nîne. Heskîf mîrateyeke cîhanê ye, ji ber vê yekê, ne tenê ya Kurdan e, lê ya tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê ye, hemûyî elaqedar dike.”
Ayboga îşaret pê kir ku bi şer re dewleta Tirk sala 2015’an bi zanebûn lez da karê çêkirina bendavê û wiha dewam kir: “Berê, li dijî çêkirina bendavê çalakiyên me yên xurt hebûn, lê belê bi Rewşa Awarte (OHAL) re hewl didin pêşî li vê bigirin. Bendava Ilisû hem ji bo Bakurê Kurdistanê, hem jî ji bo Iraqê tê wateya hilweşînê.”
Rewabûna UNESCO nema
Ayboga da zanîn ku rêjeya avahiyên li Sûrê xerakirî gihîştiye 30 ta 40 ji sedî û got, “Li pêş çavên tevahiya cihanê, mîrateya cihanê Sûr tê tinekirin û kes dengê xwe nake.” Ayboga destnîşan kir, ku helwesta UNESCO’yê ya têkildarî Sûrê helwesteke sosret e û got, “Ev rastiyek e; Li Sûrê sedemên hebûnê û meşrûiyeta UNESCO´yê qediyan. Ji xwe UNESCO ji destpêkê ve rêxistineke cihê nîqaşê ye. Helwêsta ku li Sûrê nîşan da, ev nîqaş mezintir kir. Li ti devera cihanê, mîna Sûrê devereke ku xwedî mîrateyan e, bi rengekî bi rêk û pêk nehatiye xerakirin.”
Serî li ber şantaja Tirkiyeyê tewandin
Ayboga diyar kir ku UNESCO´yê serî li ber şantaja Tirkiyeyê tewandiye û wiha dewam kir: “UNESCO, dema li cihekî din ê cîhanê êrîşeke piçûk li mîrateyeke çandî dibe, dengê xwe bilind dike, lê li Sûrê deng jê derneket. Ev durûtî ye. Em çûn, rû bi rû me bi nûnerên UNESCO´yê re hevdîtin kir, ji wan re qala hilweşandinê kir, rapor pêşkêş kirin û wêneyên hilweşandinê nîşan dan. Ji me re gotin, ‘Belê, mafê we ye, tiştên hûn dibêjin rast in. Lê em naxwazin bi Tirkiyeyê re krîzeke dîplomatîk bijîn’. Em jî li pêşberî vê yekê bi zelalî vê dibêjin, wê çaxê hûn çima hene? Çima rêxistineke bi navê UNESCO heye?”
Kî dikare çi bike, divê bike
Ercan Ayboga herî dawî ev bang kir: “Helwêsta UNESCO nayê wê wateyê ku em ê zextê li vê saziyê nekin. Berevajî, divê ji bo bikeve nava liv û tevgerê em ê zêdetir têbikoşin. Ji bo rewşa li Sûr û Heskîfê ji saziyên navneteweyî re vebêjin, çi ji destê kê tê divê bike.”