Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz di bibîranînê de axivî û got, komeleya nivîskaran mala Mehmet Uzun bû û wiha peyivî: "Dijminên kurdan digotin dîroka kurdan tune ye. Mehmet Uzun bi romanên xwe ev nêrîn pûç kir. Komeleya me mala wî bû û em jî mîrasa wî ne." Nûnerê PEN'ê ya Navneteweyî yê Amedê Şeyhmus Dîken jî got, Uzun sax bûya wê destana Kobanê binivîsanda.
AMED