Malbata Uzun, hevalên wî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Osman Ozçelîk, rêveberên PEN a Navneteweyî yên Amedê jî beşdarî merasîmê bûn. Di bîranînê de ewil Firat Anli axivî û diyar kir ku ew valatiya Uzun gelek hîs dikin û ew bi saya Uzun dîroka Kurdan hîn bûne.  Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Osman Ozçelîk diyar kir ku dijminên Kurdan dîroka Kurdan tune kirine lê Uzun bi romanên xwe ve ev berovajî kiriye. Ozçelîk destnîşan kir ku asîmîlasyona li dijî zimanê Kurdî didome, dibistanên Kurdî tên girtin, nivîskarên ku mîrateya Kurdan dewr girtine dê van armancên qirêj pûç bikin.

Birayê Uzun, Mahmut Uzun jî bilêv kir ku xeyala birayê wî ev bûn ku wêjeya Kurdî li cîhanê bê nasîn û li Kurdistanê jiyanek bi Kurdî û wiha axivî: “Heger birayê min îro heba wê Sûr binivîsanda. Hêvîdar im em ê bi têkoşîna xwe ya hevpar ve mirinê ji vî welatî dûr bixin.”

AMED

Gelek sedem hene ji bo ez li kolanan bim…
Wênesaz Aykut Aşa yê ku ev 14 sal in li kolanan wêneyan xêz dike, diyar kir ku di wê pêvajoyê de ku dewlet dixwaze civakê ji kolanan vekişîne, gelek sedem hene ku li kolanan wêneyan xêz bike.

Wênesaz Aykut Aşa li kolanên Hatayê wêneyên xwe xêz dike. Aşa di 13 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û  û ev 14 sal in jî bênavber wêne xêz dike. Aşa da zanîn ku dixwaze hunera xwe li kolanan bidomîne û sedema tercîhkirina kolanan jî wiha vedibêje: “ . Ya herî girîng jî bi feraseta dewletê ya ku dixwaza civakê ji kolanan vekişîne ve rû bi rû ne. Bi xêzkirina li kolanê ve ez difikirim ku vî hewldana dewletê şermezar dikim. Ango ji bo ku ez li kalonan xêz bikim gelek sedemên min hene.”

DÎHA/HATAY