Cûdî got: “Bê guman taloqkirina hilbijartinên parlementoyê, cihê rexneyê ye” Cûdî da zanîn ku wana berê ev hişyarî kiribûn, lê belê parlemento û desthilatiyê guhdarê hişyariyên wan nekirin, lewma jî niha ev nakokî rû didin. Cûdî bal kişand ser aloziya li parlementoyê derbarê dirêjkirina dema serokatiyê de jî û got: “Niha jî ne diyar e ka dê çêbibe. Li gorî me ev ne qanûnî ye.”

Cûdî derbarê paşdexistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê de got: “Bê guman taloqkirina hilbijartinên parlementoyê, cihê rexneyê ye. Ev yek ne di çarçoveyek demokratîk de ye. Ger hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistan di dema xwe de pêk neyê, dê di makeqanûnê de valahiyek çêbibe. Divê ev valahî were dagirtin. Lê belê desthilatiyê jî û parlementoyê jî guh neda van daxuyaniyên me. Ev valatiya qanûnî çêbû û bi awayeke ne qanûnî vê valahiyê tije kirin.”

'Divê Barzanî bi xwe qebûl neke'

Hesen Cûdî diyar kir ku ev yek jî bû sedema nerazîbûna di parlementoyê de jî û ev tişt li parlementoyê hate kirin û wiha axivî: “Lê ev tiştek ne qanûnî ye û ne li gorî exlaqê siyasî ye. Li gorî me ev yek pirsgirêkên ku hene dijwartir dike. Divê serokê herêmê bi xwe vê yekê qebûl neke û li parlementoyê vegerîne. Ev yek wiha nabe. Ger neyê sererastkirin, dê li gel xwe pêlên xwepêşandanan bîne.” 


Banga xwepêşandanên demokratîk
Cûdî diyar kir ku ji ber wê jî ji ber wê jî divê girseya gel jî gotina xwe bêje û wiha pê de çû: “Em jî li gel wê yekê ne ku gel helwesta xwe bi awayeke demokratîk û bi hev re nîşan bidin. Ji ber wê jî divê em ezmûn ji bûyerên berê qewimîbûn werbigirin û divê tu alî vê yekê ji bo qezencên xwe bi kar bînin û di çarçoveya bernameyekê de pêk bên.”

Ezîz: Qanûn ji bo her kesî ne

Sekreterê Hizbî Ayindeyî Kurdistanê Qadir Ezîz nerazîbûn nîşanî dirêjkirina dema Serokatiya Herêma Kurdistanê da û diyar kir ku ev yek ne qanûnî ye û ne jî demokratîk e. Ezîz got; “Li gorî qanûnê serokê herêm nikare careke din bibe namzed. Li şûna ku qanûnan pêk bînin û ji bo pêkhatina qanûnan hewl bidin, bi xwe qanûnan asteng dikin.” Ezîz polîtîkaya Herêma Kurdistanê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê jî rexne kir.
 Ezîz got ku ev yek ne biryareke qanûnî û ne jî demokratîk e. Ezîz got: “Ev yek xweferzkirin e. Ger ev yek were îmzekirin li Herêma Kurdistanê qeyraneke mezin çêdibe. Li gorî min gel vê biryarê qet qebûl nake. Kurdistan bi çend pirsgirêkên mezin re rû bi rû dibe.”

Bê îradekirina gel e

Partiya Komunîstên Karkerên Kurdistanê di danezana xwe de rexneyên gelek hişk li ser dirêjkirina Serokatiya Mesûd Barzanî ya ji bo Serokatiya Herêmê kir û rexne li ser nêzîkatiyên her du partiyên desthilatdar ên herêma Başûr kirin. Di danezanê de hate diyarkirin ku, di vê pêkanînê de tu berjewendiyên gelê Kurd nîn in û wiha berdewam kir; “Ew bêmafiya ku di nava parlamentoyê de çêbûye kiryareke plankirî ye. Qet berjewendiyên gel, azadiya ramanî û malbatî têde nîne. Ev yek şerê desthilatdariyê ye û pêşeroja civakê di nava xwe de dabeşkirine. Wê di her firsendekê de destketiyên civakê veşêrin û karên xwe li pişt perdeyan bi rê ve bibin.”
Partiya Komunîst got, “Bi taybetî jî her du aliyên vê pirsgirêkê ku di parlamentoyê de ne li pey berjewendiyên xwe yên aborî û bilindkirina kesayeta xwe ne. Her wiha di bin zextên dewletên weke Amerîka, Îran û Tirkiyeyê de tevdigerin. Ji ber ku di bin bandora van hêzan de mane, nikarin tu tevgerê bikin. Ne dikarin û ne jî dixwazin pirsgirêkên Kurdan bînin holê, çareser bikin û ne jî dixwazin berjewendiyên xwe yên ligel van dewletan bixin metirsiyê.” 

HEWLÊR/SILÊMANÎ