Yaqob TILERMENÎ

Ji mêj ve ye li nava me Kurdan du komik mirov hene û ev herdu komik her bandora xwe li ser civaka me ya Kurdî dikin: Mirovên hişberbelav û mirovên gotin dirûşmeyî. Ev mirov li her quncik û kenarên jîngehên Kurdan peyda dibin. Bi qasî çil salan e ez bûme şahidên van komikan.

Ev mirov di çil salên dawîn ên tevgerên Kurdistanê de ew qasî bi konetî tev digerin, dikarin bi hêsanî weke tîpên balkêş ên çîrok û romanên zimanê Kurdî derkevin pêş; mixabin pirtûkên wêjeya me tîp û karakterên xwe ew qasî îdealîze dikin - çend pirtûk ne tê de -, xwendevanên Kurdî her li qehremanên baş-xerab, xweşik-nexweşik, reş-spî û yên weke felsefeya materyalîst "yekîtiya dijberan" dixwînin. Hal ew e ku ev şexsiyetên navbirî di her warê jiyanê de şax û ber ji xwe berdane û hemû Kurdewar dikarin wan bi tiliyan şanî hevdu bidin.

Komika yekem, mirovên hişberbelav in. Mirovên hişberbelav ji nişkê ve xwe davêjin dawa vekirî ya netewe-dewletê. Li gora wan; alek, sirûdeke neteweyî û çend dirûşmên berzbûyî bes in ji bo daxwazeke wiha pîroz. Lê hişê berbelav ji bilî çend metreyên pêşiya xwe pê ve ti tiştî nabînin. Hem famkor in, hem korên pêşbîniyê ne. Famkor in ji lew re, tê nagihîjin ku pêdiviya herî mezin di yekîtiya çarenûsî de ye, û korên pêşbîniyê ne ji lew re hebûnên stûnî yên weke zimên di ser guhên xwe re davêjin. Ji ber ku haya wan ji feylesof Martin Heidegger tuneye ku wî gotiye "ziman, mala hebûnê ye!". Çi ku ew ji navên wiha û felsefeyê hez nakin; lê navê zanayê Kurd ê bi navê Ehmedê Xanî dizanin û ji ber ku vî navî weke benîşt dicûn, di helwêsta wî ya kurdînûsiyê de jî nagihîjin. Jixwe, piştî demeke kurt wî benîştê cûtî jî bi xemsarî davêjin qutîka sergoyê.

Komika duyem, mirovên dirûşmhez in. Mirovên gotin dirûşme ji nişkê ve çoyê êzingî dadiweşîne serê xizmên xwe, bi lîlandinekê li ser sifra dijberên xwe rûdinin. Hem aqilên wan ji kîsê xelkê ne, hem jî ji aqilê xwe pirr razî ne. Aqilên wan ji kîsê xelkê ne ji lew re zûzûka bi gotinên çend mêrên bi krawatî û gotarên wan ê beradayî dixapin, û ji aqilê xwe pirr razî ne ji lew re pirtûk û mijarên nivîskî ji bo wan marên reş in. Ji ber ku ji çend epîgrafên serê pirtûkan û ji çend aforîzmayên li ser malperên tora civakî pê ve xwendin tuneye di ferhenga wan de. Haya wan ji nivîskar Abdullah Ocalan jî tineye ku gotiye, "dîrok di îroyê de veşartiye." Çi ku ew ji gotinên wiha û ji dîrokê jî hez nakin. Nizanin ku mirov ber bi pêş ve hînî dîrokê dibin; lê ew di bêrîka xwe de navên Cegerxwîn, Celadet, Lenîn û Stalînan digerînin, lê di gotinên wan nagihîjin. Jixwe, piştî demeke kurt bêrîkên wan ên qul jî van giraniyan ranagirin.

Li ser navên dezgehan bi peyamên erzan û belaş dijstatuqoparêzî û çalakgeriya hişqewîn a bikarhatî, du tiştên ji hev pirr cuda ne. Ji ber bandora hişê hişk ê çepgirtiya serê salên 1900'î û vir ve hînî gotinên qelew û nepixandî bûne, bi erzanî xizm û mirovên ji bîrdoza xwe dirizînin, çend halanan didin xwe û sîleyên nîgaşî dadiweşînin rûyê serdestan bêyî ku mûyekî simbêlên wan ber ba bikin. Tew bi bangeke derewîn serdestan deng li wan kiribe, tevî destên xwe hemû gewdeyê welatê xwe jî dixin rêya wê xapandinê.

Tenê gotinek heye mirov ji van kesan re bibêje, ew jî gotina Seneca ye ku gotiye, "Vale!"* Yanî, "Xurt be, bi rûmet be!" Û divê mirov behsa Senecayî bike ku ew ji xwe re feyzekê jê bigirin. Çi ku heman Senecayê ji teref Neroyî ve bi xwekuştinê ve hatiye cezakirin, weke ji vî cezayî re amade be, bêyî dudil û serobin bibe, xwe kuştiye. Fena Socrates tasa jehrê bi ser xwe dakiriye. Digel ku Seneca bi gotina, 'mijûlahiya bi felsefeyê, hînbûna mirina xwe ye" hînî Montaigneyî kiriye; heman Senecayî gotina "Amor fati (qedera evînî)" hînî Nietzscheyî kiriye.

Divê mirov van kesên hişberbelav û li ser navên dezgehan dirûşmên derewîn berz dikin, bi gotina Nietzscheyî hişyar jî bike. Nietzscheyî ji bo kesên wiha gotina "Bildungsphilister"** bi kar aniye. Yanî, cahilên xwende û yên ti rasteqîniya hebûna wan tine, xwedî çandeke kozmetîkî. Û divê mirov li hemberî van komikan helwêsta "tinebûna wan" nîşan bide. Naxwe, çima em ê li her cihî û li ser her maseyê dev ji axaftinên Kurdistanî û Kurdperwerî berdin û bi tenê behsa van komikan bikin. Çima serê neêşe em ê desmalê lê girê bidin. Ne dem têra me dike, ne ew enerjîya me heye em ji bo wan xerc bikin.

* Seneca, mamoste û pêkanînerê Stoayë

** Nietzsce ev têgeh ji bo kesên bala wan li ser çanda kozmetîk, hişteng û bawermendên nezan ên xwendevanên rojnameyan û operahezan bi kar aniye.