Şahiyên Koşûyolu ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tên lidarxistin pêr di roja duyemîn de bi konsera Koma MA Muzîkê dewam kir. Komê dengê stranên hunermend Mihemed Şêxo û Aram Tîgran li Amedê bilind kir.
Destûr nedan
Dihat payîn panela bi sermijara “Çand û civak” bihata lidarxistin, lê Miduriyeta Polîsan a Amedê destûra panelê neda. Tê payîn dê di rojên pêş de panel bê lidarxistin.
Xelkê Amedê şên e
Di şahiyê de Koma Muzîkê ya MA’yê derket ser dikê û stranên hunermend Mihemed Şêxo û Aram Tîgran ên di muzîka Kurdî de xwedî cihek girîng gotin û welatiyên Amedê li ber dengê stranên her du hunermendan dilgeş kirin. Ciwanên stran li komê dubare kirin bi coşek mezin govend gerandin.
AMED