Riya demokratîkbûnê
KCK’ê destnîşan kir ku sala 2013’an bi bandora pêngava çareseriyê derbas bû û wiha hat gotin; “Rêber Apo bi nêrîna ‘gelên Tirkiyeyê xwedî wê danehevî û têgihiştinê ye ku karibin jiyana demokratîk û azad ava bikin’ gihaştiye wê baweriyê ku dema çareseriya siyasî û demokratîk hatiye. Li ser vê bingehê, di rewşa bêçalakiyan de bang li hêzên demokrasiyê yên Tirkiye û Kurdistanê kiriye ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiye û çareseriya pirsgirêka Kurd bi berpirsyarî rabin û ji hêzên azadîxwaz û demokrasiyê xwestine ku di rewşa bêçalakiyan de pêngavekê bikin.
Gel dewlet tengav kir
KCK´ê bibîrxist ku ev pêvajo li tevahiya gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd de rê li ber heyecaneke mezin vekir û wiha got: Gelên li Tirkiyeyê bi destekdayîna vê pêvajoyê re xwest, ev pirsgirêk tavilê bê çareserkirin. Dewlet û hikûmeta Tirk yekemcar di dîroka Komarê de ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve bi daxwaza demokrasiyê hatine dorpêçkirin. Eger bi awayekî afirîner pêngaveke têkoşînê ya demokrasiyê were meşandin, dê çareserî pêk were. Rêber Apo, ji bo ku hêzên naxwazin Tirkiye demokratîk bibe bikevin nava tevgerê û pêvajoyê sabote nebe, xwest bi lez tevbigerin.”
AKP cidî nîne
Di daxuyaniyê de tê gotin ku tevgera azadiyê ji bo hêzên demokrasiyê di demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd de bikevin nava tevgerê, derfetên mezin afirandiye, ji ber vê AKP û dewleta Tirk asê bûn, lê belê dîsa jî AKP vê pêvajoyê ji bo xwe weke mijûlkirin û qezençkirina hilbijartinê bikar bîne. KCK bibîrxist ku di çalkiyên Parka Gezî de hêzên civakî yên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dixwazin ketin nava tevgereke zorê bidin hikûmetê.
Şerê AKP-Cemeatê
KCK’ê wiha dewam kir: “Diyar bûye kîjan hêz alîgirê demokrasiyê ne, kîjan dijberên demokrasiyê ne û şer û merc afirandiye ku hêzên rastî yên demokrasiyê li ser bingehekê kom bibin. Blokên desthilatdar ên berê yên li ser gelên me hegemonya avakirin belav bûn. Pevçûna AKP-Fetûllahiyan derizandina hevalbendiya hêzên hundir û derve yên nû îfade dike. Li Tirkiyeyê êdî zehmet e ku li ser civakan dewleteke nû ya zextdar û hegemon bê avakirin. Ya wê sîstemeke nû ya siyasî ya li dû hegemonyayê neçe û xwe dispêre demokrasiyê bê avakirin, yan jî wê krîza dewlet û sîstemê ya li Tirkiyeyê kûrtir bibe û dewam bike.
AKP nikare xwe rizgar bike
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku li pêşiya AKP’ê du rê mane û wiha hat gotin: “ Hikûmeta AKP’ê ji ber ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê tu gav neavêtiye herifîn û krîzeke mezin jiyaye. Berî ku dem derbas bibe divê ku hikûmet rexnedayîna vê yekê bide û gav biavêje. Yan divê ku pêngavên bingehîn ên demokratîkbûnê biavêje yan jî dê nikaribe xwe li hemberî têkoşîna gelê kurd û hêzên demokratîk xwe ji tasfiyeyê xelas bike. Xelasbûn û windakirina AKP’ê girêdayî gavên radîkal ên demokratîk e.”
KCK’ê di berdewama peyama xwe de got: “Krîza dewletê dê teqez ji bo gelên Tirkiyeyê encamên bixêr û sûdewar derbixe holê. Tirkiye dê di nav dubendiya demokartîkbûn û kaosê de bimîne û dê di encamê de jî teqez demokratîkbûna Tirkiyeyê û bi çareseriya pirsgiêrka kurd jî jiyana azad û demokratîk dê pêş bikeve.”
ANF/BEHDÎNAN