Nîqaşên li ser avakirina hikûmeta herêma Kurdistanê dewam dikin. Vêcarê sedema avanekirina hikûmetê PDK û Gorran in. Ji bo dengdana proje û destûra aktîvkirina serokatiya herêma Kurdistanê, doh li parlamenê civînek hat lidarxistin.

Li gorî agahiyên ne fermî, PDK’ê di lihevkirina bi YNK’ê re, erkê cîgirê serokê herêmê yê ji bo kar û barê eskerî daye YNK’ê. Ev jî bûye sedem ku Gorran nerazîbûnê nîşan bide. Ji ber vê, PDK’ê îmzekirina lihevkirina bi YNK’ê re rawestandiye.

Ti guhertinek nîne

Endamê Polîtbûroya Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre li ser mijarê peyivî û got, “Sedema îmzenekirina lihevkirina di navbera me û PDK’ê de, peywendiya xwe bi me re nîne. Pirsgirêk di navbera Tevgera Gorran û PDK’ê de ye. Ti pêşketinek derbarê îmzekirina lihevkirinê de çênebûye. Ti guhertinek nîne û wê çenebe jî.”

Hîna peyman îmze nekirine

Di 3’ê Nîsana 2019’an de piştî gelek civînan ji bo pêkanîna hikûmetê PDK û YNK’ê li hev kir. Lê ev lihevkirin jî li hewa ma. 7 roj di ser lihevkirinê re derbaz bûn, hîna jî PDK û YNK’ê peyman îmze nekirine.

 

ROJNEWS/HEWLER