
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekgirtûy Îslamî, Omer Mihemed, anî ziman ku vekirina parlementoya Herêma Kurdistanê û pêkanîna yekîtiya navxweyî “ji referandûmê girîngtir e.”
Piştî ku Tevgera Goran pêşniyara PDK’ê û YNK’ê ya guhertina Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed red kir, niha jî PDK û YNK bi dengên zêde yên di parlamentoyê de hewl didin parlementoyê vekin.
Endamê Meclîsa Siyasî ya Yekgirtûy Îslamî ya Kurdistanê, Omer Mihemed li ser mijara vekirina parlemanê, çareserkirina krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û miojara referandûmê de got, “Bi dîtina min hilbijartinên 2013’an îradeya gel in. Divê her gaveke bête avêtin jî li ser vê bingehê bête avêtin. Ji ber ku parlementoya herêma Kurdistanê ya gel e, ne ya ti partiya siyasî ye.”
Omer Mihemed bi van gotinên li jêr jî îşaret bi girîngiya vekirina parlemena Kurdistanê kir: “Pêwîst e vebûna parlemenê, bi nêrîna me tevan, pêk were û komên din yên parlemenê li derve neyên hiştin. Em jî li pişt wê pêşniyaza Kak Mesûd ya guhertina her sê serokatiyan in. Lê, divê em van bi hev re guftûgo bikin. Her wisa divê em bi hev re ji bo referandûmê û serxwebûnê gavê biavêjin.”
Guh bidin hemû aliyê siyasî
Li ser pirsa heger parlemen bi rêya pirraniya dengên parlemenê bête vekirin û li nihêrîna komên din ên parlemenê nepirsin, encam dê çawa bi xwe re derxe holê jî Omer Mihemed got, “Li gorî me ev rêbaz wê pêşî li pirsgirêkên zêdetir veke. Heger di parlemenê de tenê dengê partiyên kursiyên xwe zêdetir in, esas bête girtin û guh nedin komên din yên parlemenê, ew parlemen dê rewatiya xwe ji dest bide.”
Mihemed têkildarî avakirina komîsyoneke ji bo referandûmê jî got, “Me guftûgo li ser vê kir lê me ti kes diyar nekiriye. Em zêdetir xebitîn ku komîsyonek ji bo vekirina parlemenê diyar bikin. Ji ber ku ji bo me, vebûna parlemenê girîngtir e ji referandûmê. Helbet referandûm jî ji bo me girîng e lê, parlemen ji bo me girîngtir e.”
DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ