
Biryar hatin dayîn
Di komxebatê de biryar hate dayîn ku ji bo rûbirûbûn û derxistina holê ya heqîqetê, yekîtiya mejû ya Goç Derê were avakirin. Her wiha di çarçoveya xebatên çandî de biryara avakirina malên gel û malên dengbêjan jî hat dayîn. Di komxebatê de hate diyarkirin ku pêwîst e ku dewlet ji kurdan û gelên ku tune hatine hesibandin lêborînê bixwaze. Komxebatê bi nîqaş û pêşniyaran dewam kir.
Li Dêrsimê kampanya vegerê
Li aliyê din xebateke di heman çarçoveyê de li Dêrsimê jî dest pê kir. Li Dêrsimê BDP û rêxistinên civaka sivîl ji bo welatiyên ku di salên 1990´î de gundên wan ji aliyê dewletê ve hatine valakirin û şewitandin vegerin şûn û warên xwe kampanya bi navê ‘vegere gund, vegere cewherê xwe’ dan destpêkirin. Di dema komkujiya sala 1938´an ya Dêrsimê de bi deh hezaran kesî chi û warên xwe bi chi hêlan û koçber bûn. Di salên 1990´î jî dîsa pêla koçberiyê bi deh hezaran kes dan ber xwe; artêş û dewleta Tirk di şer de bi ser neketin, ji ber vê jî gund şewitandin û xelkê herêmê jî bi darê zorê koçber kir. Ji bo ku xelkê herêmê careke din venegere şûnwarên xwe dewletê û saziyên wê qirkirina xwezayî jî weke sîlehekê bi kar anîn: bendav û santralên hîdroelektrîkê cih û warên pîroz jî tê de li her devera Dêrsimê peyde bûn.
Ev pîlana dewletê bû
Ji bo ku van polîtîkayên qirkirin û valakirina Dêrsimê bêbandor bikin, BDP´yê û saziyên civaka sivîl ên li Dêrsimê kampanya vegera li gundan anîn rojevê. Serokê rêxistina BDP´a Dêrsimê Ergin Doğru der barê mijarê de agahî dan û got: “Li Dêrsimê û tevahiya Kurdistanê di dema şer de dewletê xwestiye ku herêmê ji mirovan xalî bike. Ev planeke taybet ya dewletê ye. Wan ev yek di 38´an de, di salên 80´yî û 90´î de kir. Dogru îşaret bi hejmara gundên li Dêrsimê şewitandî û xerakirî jî kir: ev hejmar di navbera 500 û 700 gundî de ye.
Divê şert û merc bêne afirandin
Hunermend Ferhat Tunc jî di nav xebatên vegera gundan de cîh digire. Tunc li ser mijarê got, gelek kesên bi darê zorê hatine koçberkirin dixwazin vegerin şûn û warên xwe lê divê di serî de şaredarî û dewlet şert û mercên vegerê ji bo mexdûran biafirînin. Tunc dibêje, eger şert û merc neyên afirandin, kesên vegerin gundan wê nikaribin li gundê wêrankirî bimînin û ev jî wê bandorek neyînî li ser gel bike, lê eger şert û merc bêne amadekirin û derfet û keys ji bo van kesan bêne holê, ev kes bi hêsanî wê karibin li ser erda xwe bimînin, debara xwe bikin û jiyana xwe bidomînin.
DIHA/AMED/DÊRSIM