Li Şikefta Navdar a Şanîdarê ku yek ji mekanên herî navdar ên Neanderthaleran e, daneyên nû derketî holê wê dîroka van cureyên mirovên berê ji nû ve bidin nivîsandin. Piştî qederê nîv sedsalaekê, lêkolînerên arkeolojiyê ji şikeftê hestîyên nû yên neanderthalerekî derxistin û hem cihê derxistina hestî û hem jî agahiyên ji DNAʼya wî kesî, agahiyên nû didin me. Dîroka neanderthalerên li Şanîdarê ji ya dihat texmînkirin bi 20 hezar salan kevintir e û erê, wan miriyên xwe bi merasîm û rîtuelan vedişartin. Wekî din ew civakeke kompleks bûne ku xwedî li qelsên xwe derdiketin û li wan miqate dibûn.
Ew geliyê Neander ê li Elmanyayê ku navê xwe li Neanderthaleran dike jî bi qasî Şikefta Şanîdarê dîroka van cureyên mirovan rohnî nake. Ev cureyê ku di beridîna cureyên insan de hemkufê wî ye û di warê şikl û genetîkê de jî xizmê wî yê jerî nêz e, mirovên civakî yên çalak û xwedî çand bûne.
Kolanên arkeolojîk li Şanîdara qederê 95 kîlometroyan li bakurrojhilata Mûsilê, nîvê sedsala bihurî dest pê kiribûn. Hingê 10 skelet hatibûn dîtin û 2 ji wan jî pitik bûn. Bi hesabê hingî yên ne zêde zelal, dema wan weke 35 ta 50 hezar sal beriya roja îro hatibû hesabkirin.
Hingê polenên li ser skleletan bal biribû ser xwe û helbet bicihkirina skeletan jî bal kişandibû ser xwe: Weke ku hinan bi zanîn ew wisa bicihkiribin, xuya bûn. Ji ber wê arkeolog Ralph Solecki gihiştibû wê qenaetê ku Neanderthaleran miriyên xwe bi merasîm veşartine û di nava rîtuelên wan de danîna kulîlkan a li ser cenaze jî hebûye. Di nava skeletan de yê mêrekî 40 salî jî hebû. Eşkere bû ku ev mêr di zarokatiya xwe de derb ji serê xwe xwariya û birînên cidî li ser laşê wî jî hebûne. Yanî ne mumkin bû ku ew bi tena serê xwe karibe sax bifilite. Encama arkeolog gihiştinê ew bû ku Neanderthaler xwedî awayekî kompleks ê rêxistina civakî bûne ku pê xwedî li qelsên xwe derketine.
Lê paşê hin îdîayên arkeologên din çêbûn ku xwestin îdîaya Solecki pûç bikin: Wî îdîakiribû ku heywanên kohtinker muhtemelen polenên kulîlkan birine ser skeletan.
Miriyên xwe vedişartin
Lê sala 2014ʼan li Şanîdarê kolanan ji nû ve dest pê kir. Piştî navbera êrişa DAIŞʼê, sala 2017ʼan di şikefta Şanîdar de hestûyên defa sîngê û çengê rastê yê neanderthalerekî di nava latekî de hatin dîtin. Piştre qoqê serî û perçeyên din jî hatin dîtin. Ev hestî gelekî nêzî skeletê weke Shanidar 4 hatiye remz kirin, hatibû dîtin. Ew skeletê polen li serê hatibûn tesbîtkirin.
Xwedî li qelsên xwe derdiketin
Lêkolînên li ser vî skeletî wê bi salan dewam bikin. Lêkolînên destpêkê nîşan didin ku ev şexs beriya bi 60 ta 70 hezar salî mirine û dema wan bi herî kêm 20 hezar salan sererast dike. Ev skelet yê kesekî navsere ye û heta belkî pîr be jî. Gava cenazeyê wî hatiye veşartin, ew li ser piştê bi cih kirine. Di bin serî de û polan de jî kevirekî bi forma sêgoşe hatiye bicihkirin û serî hatiye bilindkirin. Di heman demê de serî spartine ser destê çepê. Di nava lata ku hestî tê de bûn, lêkolîneran bermahiyên nebatan û polenan jî tesbîtkirin û bi ya wan bi zanîn hatine bicihkirin. Heger emrê wan jî bê tesbîtkirin û bi mirina xwediyê skelet re hevçax be, hingê zena wan wê rast bê qebûlkirin. Lêkolîner niha bêhtir meyldar in ku bibêjin, skelet ji cenazeyan mane ku bi merasîm û rîtuelan hatine veşartin.
Nûçeyeke din jî ji Şikefta Şanîdar heye: Dibe ku skeletekî nû yê mirovekî neanderthaler hebe di şikeftê de. Cihek hatiye tesbîtkirin û ew cih jî wê di dewama kolanê de paşê bê lêkolan.
NAVENDA NÛÇEYAN