REQA-RUBA ELÎ
Bajarê Reqayê ku çeteyên DAIŞ‘ê wekî “Paytexta xîlafetê” pênase dikirin, di encama şerekî giran de ji sedî 85 binsaziya wê wêran bû. Piştî ku hêzên QSDê di 20´ê Cotmeha 2017´an de bajêr ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin, şênî bi lez vegeriyan û dest bi avakirina xêniyan kirin. Şaredariya Gel jî ji aliyê xwe ve xebatên avakirinê hesan kir. Meclis Sivîl a Reqayê û Şaredariya Gel di çarçoveya xebatên jinûveavakirinê de rê vekirin û sererast kirin, av û kehrebe li taxan peyda kirin. Ji ber van xebatan pêla vegera welatiyan a li Reqayê zêdetir bû. Li gorî meclisê 700 hezar şênî vegeriyan warê xwe.
Ji aliyê rejîmê koçber tên Reqayê
Hevserokê Buroya Rêxistinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Luey Îsa li ser rewşê axivî û agahî da ku zêdetirî 700 hezar kes vegeriyana warê xwe. Lê bi qasî 70 û 80 hezar koçber jî li bajêr hene. Luey Îsa wisa dewam kir: “Bi rizgarkirinê û dabînkirina ewlehî û aramiyê re tevahî şêniyên resen vegerîn malên xwe. Ji herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de şênî tên Reqayê.”
Ji bo avakirinê ruxset tê dayîn
Hevserokê Buroya Daîreya Pîşeyî Mihemed Bekrî der barê xebatên şaredariyê de wiha got: “Em ruxsetên taybet ji bo avahiyên wêrankirî didin. Her wiha jî ruxsetên nû li ser eraziyên ku berê avahî lênebûne jî didin. Ruxset li gor belgeyên pîşeyî û qanûnî û hevrûkirina bi plana rêxistinkirî ye.