Goç-Der di çarçoveya Projeya Vegera Axa Qedîm de dest bi vegera gundên ku di salên 90’î de ji hêla leşkerên tirk ve hatin şewitandin, çû gundê Şaxê yê ser bi navçeya Şirnexê Cizîrê ku li quntarê çiyayê Cûdî ye. Rêveberên Goç-Der ên ji Botan, Stenbol, Wan, Mêrsîn û Amedê hatibûn ji bo lêkolînê bikin çûn gund. Piştî lêkolÎna li gund Hevserokê Goç-Dera Botanê Fuat Çeter agahî da. Çeter diyar kir ku di salên 90’î de li erdnîgariya Kurdistanê koçberiya trajîk û travmatîk hatin jiyîn û got ku di pêvajoya di darê zorê ji cih û warên hatin derxistin û piştî wê binpêkirina mafên mirovan çêbû. Çeter anî ziman ku ev yek jî ji bo mirovahiyê rewşe şermê bû.

Di vê pêvjoyê de nêzî 4 hezar gund hatin valakirin, gelek ji wan hatin şewitandin û ji holê hatin rakirin û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de 3 milyon kurd bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin. Welatiyên ku koçber bûn li taxên xîzan bi cih bûn û hewldan têbikoşin. Welatiyên din jî li bajarên wekî Şirnex, Wan, Colemêrg, Amed, Êlih, Mêrdînê û navçeyên wan bi cih bûn Piştî vê koçberiyê nufusa van bajaran du caran zêdetir bûn.”

‘Vegera li ax û avê domandina jiyana azad e’

Çeter anî ziman ku di pêvajoya koçberkirinê de gelek pirsên welatiyan derketine holê û wiha pê de çû: “Di hezaran ciwan bêkar man. Di aliyê mafên jinan de jî pirsgirêkên cidî derketin holê. Bingeha aboriyê ji hev belav bû û ev jî rê li ber xîzaniyê vekir. Îro jî rojeva me ya stratejîk vegera li ser wrên qedîm e. Dê ev veger bi vegera Kurdistanê re bibe vegera li azadiyê. Ev veger di heman demê de sekna li hemberî qirkirina çandî ye û berxwedna li hemberî wê ye. vegera gundan hevgihîştina mirovan a ax û avê ye û dîsa li ser axa qedîm hilberînê çêbike. Vegera ser ax û welatê xwe derfeta dîrokî ya ji bo avakirina neteweya demokratîk e.”

Çar gundên sereke hatine destnîşankirin

Çeter da zanîn ku bi vê projeyê re riya ew hesreta bi salan e ku gel ji bo vegera axa xwe ya qedîm dikşîne vedikin û divê her kes bi hişmendiya serferberiyê tevli vê bibe.
Çeter bi lêv kir ku wekî Goç-Dera Botanê wan gundên Şax, Hebler, Cifanê û Gundikêremo wekî gundên destpêkê yên vegera gundan destnîşan kirine û bi van gundan re dest bi xebatê bikin. Çeter derbirî ku ji bo ev proje bi serkeftî bi encam bibe ewilî divê dewlet ji koçberan lêborînê bixwaze û bi avakirina komîsyona lêkolîn û heqîqetê, pergala cerdavaniyê ji holê rake û dawî li çêkirina qereqol û qaleqolan bînin.
Çeter hêvî û daxwazên xwe bi van gotinan rêz kir: “Ya herî girîng divê qanûna aştiya civakî ya îtîbar û azadiyê derxînin. Ji bo ev aştî mayînde bibe di serî de birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên azadkirin û bi lezgînî qanûna têkoşîna bi terorê re ji holê rakin.”

ŞIRNEX