Walîtiya Colemêrgê di sala 2014'an de destur da gundiyên gundikê Duvê ya gundê Navberojan a Rûbaroka Şemzînana Colemêrgê vegerin gundê xwe. Lê leşker nahêlin welatî vegerin gundê xwe. Hevserokê Meclisa Giştî ya Bajar Lokman Ozdemîr da zanîn ku ji ber koçberiyê nifusa Navberojan derketiye 4 hezaran û li gund zehmetî zêde bûne û wiha got: "Li sînor leşker hatine bi cih kirin. Welatî ji bo debara xwe diçin hember, lê leşker asteng dikin. Cihê ku dibêjin dê deriyê sînor bê vekirin guncav nîne û divê teqez cih bê guhertin. Leşker hêstirên ku ji bo bazirganiya sînor tên bi kar anîn dikujin." Ozdemîr bibîrxist ku mehek berê leşkeran li ser sînor ciwanek qetil kirine.
Keyayê gundê Navberojan Îshak Eren da zanîn ku ji bo vegerin gund serî li walîtiyê dane, walîtiyê destur daye û wiha pê de çû: "Piştî desturê 30 malbat ji bo vegerin gund û malên xwe jinûve çêbikin dest bi xebatan kirin. Salek berê nêzî 30 hezar TL melzemeyên înşaetê hat kirin. Lê ligel destur hatiye dayîn vegerin gund, leşker astengiyan derdixin. Leşkeran melzeyemên me talan kirin. Daxwaza me ew e ku heyeteke walîtiyê were vir û lêkolînê bike û em li vir bi cih bibin."
Eren destnîşan kir ku ji ber zextên leşkeran difikirin ku koç bikin û wiha got: "Berê di şîn û şahiyan de em diçûn li hember û dihatin. Lê niha leşkeran sînor girtin û em zehmetiyên mezin dikişînin.“
SAMÎ YILMAZ/DÎHA/COLEMÊRG