Malbata Mihemed Silêmanê bavê Yûsif ji ber kêmbûna derfetên kar, beriya niha bi 30 salan ji bajarê Hesekê derket û li bajarê Meyadîn ê girêdayî parêzgeha Dêre Zorê bi cih bû. Yûsif li wir terzîkarî dikir.

Bi zimanê dayikê mezin nebûn

Zarokên malbatê her pêncan jî bi zimanê dayikê nizanîbû. Ji bo zarok karibin bi zarokên herêmê re têkevin nava têkiliyan, bav û dayika zarokan biryar da ku zarok fêrî zimanê Erebî bibin. Ji ber vê yekê jî tenê bi gotina “Em Kurd in” di navbera wan û kurdayetiyê de têkilî çêbû.

Ji ber DAIŞ´ê reviyan

Yûsif Mihemed Silêman (16) ê herî biçûk di malbatê de li bajarê Meyadîn çavên xwe li dinyayê vedike û li wir ta refa 5`an perwerde dibe. Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re hêzên rêjîmê li dibistanan bi cih bûn û perwerde betal kirin. Yûsif neçar ma ku bi bavê xwe re fêrî pîşeya terzîkariyê bibe.

Piştî ku çeteyên DAIŞ´ê bajarê Meyadînê sala 2014`an dagir kir, malbata Yûsif biryar da ku vegerin Rojava beriya ku çeteyên DAIŞ`ê zanibin ew Kurd in û zerarê bigihînin wan.

Beşdarî dewreyên SZK´ê bûn

Piştî ku malbata Yûsif vegeriya Hesekê, zarokên Mihemed Silêman biryarê didin ku fêrî zimanê dayikê bibin. Zarok beşdarî dewreyên zimanê Kurdî yên SZK`ê (Saziya Zimanên Kurdî) bûn. Ji ber hezkirina wan a zimanê dayikê, bi lez fêrî zimanê dayikê bûn. Rola şêniyên taxa Miftî jî ji bo fêrkirina zimanê dayîkê mezin bû.

Em tenê fêrî zimanê Erebî bûn 

Yûsif niha li dibistanê refa 3`an dixwine û bavê wî li ser xwendinê alîkariyê dide wî.

Yûsif Mihemed Silêman serpêhatiya xwe ya zimanê dayikê wiha tîne ziman: “Min her dem digot, çima ez bi zimanê Kurdî nizanim, tevî ku em Kurd in. Her dem min rexne li malbata xwe dikir, çima em fêrî zimanê dayîkê nedikirin. Di wan salan de ku me li herêma Meydayîn debas kirin, em tenê fêrî zimanê Erebî bûn ji ber ku niştecihên wê deverê hemû Ereb bûn. Tenê me bi nav dizanibû ku em Kurd in, ev yek jî pirr em diêşandin.”

Niha di refa 3´an de ye

Her wiha Yûsif der barê dibistanan de jî got: “Ez îsal vegeriyam dibistanê û niha ez refa 3`yan dixwînim. Tevî ku temenê min mezin e, ez ji bo refa 3`yan hatim diyarkirin, lê ez bi kêfxweşiyê û bê tirs zimanê dayikê fêr dibim û xewna xwe bi cih tînim.”


SILAVA IBRAHÎM / BEŞAR HEMDAŞ / ANHA / HESEKÊ