Dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide ji nû ve çeteyên DAIŞ`ê zindî bike û misogerkirina venegerandina careke din çeteyên DAIŞ`ê li herêmê, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, ku heke êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê pêk werin, çeteyên DAIŞ’ê wê dîsa xurt bibin û li herêmê aramî têk biçe.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ebd Hamid El-Mehbaş daxuyanî xwend û got, “Gelê me yê ku di hundirê herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku ji ber şerê giran koçî derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, em bang li wan dikin vegerin herêmên xwe, em ê alîkariyê bidin we, her wiha ji bo kesên ku şaşî der heqê gelê herêmê de kirin û kesên ku tevlî nav refên DAIŞ`ê yan jî aliyekî din bûne û berê xwe dan Tirkiyê yan jî cihekî din, ew jî dikarin vegerin û bi rêya dadgehan û saziyên adeletê di hundirê herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê de pirsgirêka wan were çareserkirin.

Li pêşiya hemû destketiyên ku di herêmên Rêveberiya Xweser de pêk hatin û bicihanîna ewlehî û îstiqrarê û vegera jiyana normal ji gelê herêmê re, em dibînin ku rêjîma Tirkiyê êrîşî herêmên Sûriyê dike, Efrîn dagir kir, gelê wê da koçkirin, mal û milkên welatiyan dizîn û talan kirin.

Erdogan bi rêya dagirkirina xaka Sûriyê û li ser hesabê gelê Sûriyê dixwaze xeyalên xwe pêk bîne. Em dibînin ku ev hemû gefên nû di demekê de ku bi biryara serokê Emerîkayê Trump re ku hêzên xwe yên leşkerî ji herêmên Rêveberiya Xweser vekişîne, pêk hatin. Ew biryara dikeve xizmeta terorê û vegera DAIŞ`ê.

Di zindanan de 2622 DAIŞ´î hene

Şerê bi DAIŞ`ê re hîna bi dawî nebûye, gefên Erdogan ku dê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, îdîayên pirr xeternak in, ne tenê li ser Sûriyê, ew li ser hemû cihanê ye, dibe ku hêzên me neçar bimînin dev ji şerê li Hecînê berdin û berê xwe bidin sînorê bakur da ku li hemberî Tirkiyeyê bisekinin. Ev jî dibe ku bike çeteyên DAIŞ`ê careke din vegerin, em ji bîr nekin ku di zindanên me de qederê 2 hezar û 622 DAIŞ`iyên biyanî hene ji 48 dewletên biyanî. Her wiha hin endam û fermandarên DAIŞ`ê ji Sûriyê jî hene.

Qedexeya firîna li balefiran ragihînin

Heger êrişên Tirkiyê li ser herêmên me pêk werin, dibe ku em nikaribin parastina wan bikin û rewş ji bin kontrola me derkeve û careke din vegerin bajarê ku jê hatine, ev yek jî gefan li ser aştiya cihanê çêdike. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku xwedî li berpirsyarıyên xwe derkevin û nehêlin rêjîma Tirkiyê herêmên me dagir bike, ji bo komkujî li gelê Sûriyê neyên kirin. Dîrok şahidê rêjîma faşîst e ku komkujî der heqê gelê Ermenî de pêk anî, ji bo ku careke din komkujî dubare nebin û ev yek jî di çarçoveya qanûnên navneteweyî de qedexeya firîna balafiran li ser van herêman ferz bikin û parastina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.”

 

 ANHA / GIRÊ SPÎ