Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ku her roja diçe hêzên wan mezin dibe, banga vegera li ser axa pîroz li gelê Êzîdî kir. 

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajarê Şengalê kir û bi hezaran Êzîdî qetilkirin. Ji bo bersiva van komkujiyan bidin û tola gelê Êzîdî rakin, gelê Êzîdî yekîneyên xwe yên bi çek YBŞ-YJŞ damezrandin. Vînar Kawroj a ku ji dema fermanê ve di nava refên YJŞ’ê de ye banga vegerê li gelê Êzîdî dike ku neçar bûn ji ber fermanê koç kirin û dibêje: “Eger em îro li ber her tiştê li berxwe didin û bê dûdilî di eniyên herî pêş de cih digirin, ji bo ewlekariya axa xwe û gelê me ye.”

‘YJŞ û YBŞ hene 

Şervana YJŞ’ê Vînar Kawroj a ku di eniyên herî pêş yên Şengalê de cih digire di berdewamiya axavtina xwe de wiha peyivî: “Ez weke jineke Êzîdî û Şengalî cihê xwe di nava refên YJŞ’ê de cih digirim. Em weke hêzên YBŞ-YJŞ’ê di eniyên herî pêş yên gûndê Sekeniyê de cihê xwe digirin. Tevî şertên zehmet yên zivistanê jî ji dema ku ev gund azad bûye heya niha jî em ji van sengeran derneketin û di berxwedanê de ne. Weke şervaneke azadiyê ya YJŞ’ê û Êzîdxanê bi hezaran caran me got û dûbare jî dibêjin; bila gelê me yê Êzîdî yê li Ewrûpa, li bajarên cûda yên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê belavbûne vegerin ser axa xwe ya pîroz. Cihê tenê ku gelê Êzîdî bikare çand û baweriya xwe lê biparêze Şengal e. Em hêvîdarin ku wê gelê me yê koç bûyî û berê niha çûne welatên cûda wê vegerin ser axa xwe. Divê vêya bizanin ku êdî hêzeke ku wan, biparêze heye. Bihezaran keç û xortên Êzîdî ji bo gelê xwe û axa xwe têdikoşin.”

 ‘Peşengê fermenê me Tirk in nexapin’

Şervana YJŞ’ê Kawroj balê dikişînê ser kiryarên dewleta Tirk ku li ser Êzîdiyên projeyên qirêj dimeşîne û dibêje: “Divê gelê me yê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kiryarên dewleta Tirk û Erdogan bibînin. Bi birina wargehên AFAD’ê re dixwazin Êzîdîtiyê tine bikin. Gelê me yê Êzîdî jî baş dizane ku di gelek fermanên bi serê me de Tirk pêşeng bûn. Birina wan ya wargehên AFAD’ê bi armanca pêkanîna polîtîkayên dijwar yên bişaftinê ne. Çiqas zû vegerin ewqasî baş e. Eger nexwazin jî wê bikevin bin bandora dewleta Tirk. Em bang li hemû gelê xwe yê Êzîdî dikin ku destê xwe yê yekîtiyê dirêj bikin û tev bihevre hêzên YBŞ-YJŞ’ê bihêz bikin. Divê em hêza xwe mezin bikin û neyên lîstikên dijminan. Çiqas hewl bidin me tine bikin jî em tine nabin û wê nikaribin me tine bikin.”

 ‘Sonda me parastina Şengalê ye’

Şervanê ji gundê Gohbela Şengalê beşdarî nava refên YBŞ’ê bûye Partîzan Êzîdxan jî vêya dibêje: “Em weke şervanên YBŞ’ê di eniyên herî pêş yên Şengalê li gundê Sekîneyê de dimînin. Me dest bi vê rêyê kir û emê heya dawî jî berdewam bikin. Bila gelê me yê Êzîdî êdî dilşabin ku em YBŞ-YJŞ hene. Ji niha û şûnde hêza wan ya parastinê heye û dê heya dawî jî wê wan biparêze. Divê bi taybet gelê me yê Êzîdî yên ji aliyê dewleta Tirk ve birine wargehên AFAD’ê û dixwazin wana tine bikin, vegerin ser axa me ya pîroz.  Tişteke jê bitirsin nîne, ji ber me weke YBŞ û YJŞ’ê sonda parastina Şengal û ya gelê xwe daye. Ji lewma gelê me yê Êzîdî yê berbelavê her devereke cîhanê bûne divê vegerin ser axa xwe ya pîroz.”


HÎVROJ KAWYAN / ŞENGAL