Halîl Olmez ji gundê Melêsê yê Qilabanê yê Şirnexê ye. Bi salan li bajêr xebitî û piştî demeke dirêj vegeriya gundê xwe. Olmez, li gundê Çemanê yê Qilabanê 10 salan dikandarî kir, piştre çû Cizîrê. Li Cizîrê karê kirîn û firotinê kir. 2 sal berê biryar da ku vegere gundê xwe. Li gund xaniyekî biçûk lêkir. Gund li kêleka Çemê Xabûrê di navbera qûntara Çiyayê Komatê û Çiyayê Melêsê yên ku Skenderê Mezin bi artêşa xwe nikarîbû van çiyayan derbas bike hatiye avakirin. Olmez li gundê xwe yê ku bi xwezaya xwe dewlemend e, demekê bi karê bax û baxçeyê mijûl bû. Olmez bi desteka Weqfa Hevkarî û Alîkariya Civakî ya Qilabanê 100 mirîşkên cinsê Atak-S kirî û wan xwedî kir.

Olmez got, ew piştî ku li gund bi cih bûye şitlên guwîz û fistekan çandiye û ji bo xwedîkirina mirîşkan jî pînek çêkiriye. Bi desteka standiye 100 mirîşkên Atak-S kiriye û piştî demekê 100 mirîşkên din kiriye. Ev mirîşk xweş zêde dibin û her yek ji wan di navbera 18 û 20 hefteyan de dest bi hêkan dikin. Mirîşkên wî rojê di navbera 100 û 120 hêkan dikin û koliya wê bi 30 TL difroşe.

Olmez got, ji ber ku hatiye gund ne poşman e, û ew ji jiyana gund razî ye, kêfa wî li cih e.

 

MA/ŞIRNEX