Di salên 90'î de dewleta Tirk li Kurdistanê bi hezaran gund şewitandin û bi milyonan welatî neçar man cih û warên xwe bi cih bihêlin. Yek ji van gundên ku hatin şewitandin, gundê Aşqanê yê Payîzavaya Wanê ye. Xelkê gund piştî ku gundê wan hat şewitandin li Mêrsînê bi cih bû. Welatiyên Aşqanê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Vegerin gundên xwe" piştî bi 18 salan vegeriyan gund. Par 4 malbat vegeriyan gund û xaniyên hilweşiyane bi derfetên xwe ji nû ve ava kirin. Malbatên vegeriyane hewl didin li ser bingeha xweseriya demokratîk jiyana komunal ava bikin. Di vê çarçoveyê de heta niha gelek pirsgirêkên xwe yên bingehîn ên wekî av, elektrîk û rê çareser kirine.


'Baxçeya Rêbertiyê' ava kirin

Welatî beriya bi salekê vegeriyan gundê xwe, piştî ku karê bax û baxçeyên xwe qedandin dest bi avakirina mala gel kirin. Welatiyan li nava gund bi danîna sedan şitlên darên mêweyan "Baxçeyê Rêbertiyê" ava kirin. Tê payîn ku bi demsala biharê re gelek malbatên din jî vegerin gund.


'Jiyana komunal esas digirin'

Yek ji kesên ku cara ewilî vegeriya gund Cevdet Kaçak e, wî der barê vegera gund de got, ji ber zexta cerdevaniyê gundê xwe bi cih hiştine û anî ziman ku li bajar bi polîtîkayên bişaftinê û çewisandinê re rû bi rû mane û wiha axivî: "Gundê me şewitandin. Ji ber zexta cerdevaniyê em neçar man ku cih û warê xwe biterikînin û biçin bajar. Li bajar jî polîtîkaya fihûş, tiryak û sîxuriyê li ser ciwanên me meşandin. Em li ser banga Rêbertiyê vegeriyan gundê xwe. Ji ber ku em hatin gund gelekî kêfxweş û şanaz in." Kaçak got, wan li ser bingeha jiyana komunal di nava salekê de kemasiyên madî û manewî ji holê rakirine.


'Vegerin gundên xwe'

Cevdet Kaçak bang li her kesî kir ku vegerin gundên xwe û got, divê her kes ji bo avakirina jiyana komunal vegere gundê xwe û dest bi xebatan bike.  Cevdet Kaçak bibîr xist ku divê vegera gundan bi lez bibe û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û rêveberiyên herêmî piştevaniya xebatên binesaziyê bikin. Kaçak derbirî ku gelek malbatên ku dixwazin vegerin gund ji ber pirsgirêkên binesaziyê nayên gundên xwe.


MEHMET DURSUN/DÎHA/WAN